Xizmên Wezîr Tayîp Sîteyî (Rêkanî) ku li gundê Sîteyê yê Şeladizê di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bû, dîmenên cihê bûyerê girtin.
Xizmên Wezîr Tayîp Sîteyî (Rêkanî) ku li gundê Sîteyê yê Şeladizê di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bû, dîmenên cihê bûyerê girtin. Li gorî dîmenan, li nava malan kemîn hatiye danîn û ji nêz ve gule li Wezçr Tayîp Rêkanî hatine barandin.
Wezîr Tayîb Sîteyî yê ji eşîra Rêkanî, şeva 27’ê Cotmeha 2021’ê ji aliyê çekdarên PDK’ê yên taybet ve hate şehîd kirin.
Li gorî welatiyên gundê Sîteyê, êriş saet li derdora 01.30’î de pêk hatiye.
Xelkê herêmê ragihandibû Wezîr û hevalek xwe dema çûne aliyê gova heywanan, ji aliyê hêzên Zêrêvanî û çeteyên Roj ve hatine gulebarankirin.
Welatiyên gundê Sîteyê ku di heman demê de mirovên Wezîr Tayîp in, piştî êrişê çûn cihê bûyerê û dîmen girtin.
Li gorî dîmenan, îdîaya ku dibêje “Me ji wan re got rawestin, lê guh nedan hişyarkirinê” rast nîne. Ji ber ku cihê êriş lê pêk hatiye herêmeke sivîl e û li nava malan e.
Bi armanca kuştinê kemîn danîne
Welatiyên ku dîmen girtine, di heman demê cihên ku ji êriş hatiye kirin, baregeha çekdarên Zêrevaniyan, malên gundiyan û cihê ku Wezîr Tayîp lê hatiye qetilkirin, belge kirine. Di dîmenên li ser malpera gundê Sîteyê de, tê dîtin ku cihê Wezîr lê hatiye gulebarankirin, ber deriyê gova sewalan e. Li gorî dîmenan piştî gulebarana yekemîn Wezîr xwestiye xwe xilas bike, lê nêzî 5-6 metreyan li ber deriyê hewşa govê dîsa hatiye gulebarankirin û ketiye. Li herdu cihan jî şopên guleyan û xwîn heye.
Balkêş e ku li cihekî pir nêz ê li jora govê ku pirr nêzî cihê qetilkirina Wezîr, di nava keviran de 2 çeper hatine çêkirin.
Welatiyê ku dîmen girtine, dibêje, ev herdu çeper 25 metreyan nêzî cihê qetilkirinê ne.
Di dîmenan de tê dîtin ku baregeha çekdarên Zêrevanî jî li jêra govê ye û ev jî pirr li cihekî nêz e. Dîsa li beramberî govê malên gundiyan xuya dikin.
Ji dîmenan diyar dibe ku gotina “guh nedane hişyarkirinê” nerast e, Wezîr di nava malan de û li pêşiya gova sewalên xwe bûye. Ji çeperên hatine çêkirin jî xuya dike ku kemîn hatiye danîn.
Yek ji xizmên Wezîr Tayîp dibêje, kemîn hatiye danîn û mirovê wan hatiye şehîdkirin. Ew dibêje, ew dixwazin êrişkar werin cezakirin û ew ê li gorî qanûnan li mafê xwe bigerin, hesap bipirsin. Ew her wiha bang li raya giştî dike da ku li ser bûyerê rawestin, bikin rojev, da ku hesan bê pirsîn.
NAVENDA NÛÇEYAN