PDKʼê HDPʼiyekî din girtiye

Çarşem 10 Sibat 2021 - 00:50

Welatparêzê ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, endamê HDP’ê Nîmet Gûneş ku ji sala 2009’an ve li navçeya Zaxo ya Dihokê dima, beriya 2 mehan ji aliyê asayîşê ve ji herêma Dihokê hatibû derxistin. Asayîşa Zaxo destpêkê ji Nîmet Gûneş xwestibû ku Başûr terk bike, yan biçe Tirkiye yan jî biçe Rojavayê Kurdistanê. Lê li ser hewldanên xizmên Gûneş ên li Başûrê Kurdistanê, ew ne hat dersînorkirin. Lê, neçar ma li gel malbata xwe derbasî Hewlêrê bibe.

Li Hewlêrê jî piştî du mehan zextên li ser Gûneş dom kirin. Li gorî agahiyên ku me ji Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê û malbatê girtiye, Gûneş 7 roje ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin.

Endamên malbatê dan zanîn ku asayîşa Hewlêrê bi hinceta “divê were îmze bide” gazî Gûneş kirine. Lê 2’yê Sibatê ew girtine û bernedane. Guneş birine Zaxoyê. Destûr nadin malbatê û ji wan re dibêjin; Guneş ne li cem Asayîşê lê li cem istixbaratê ‘Parastinêʼ ye.

ROJNEWS/ZAXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.