• Gerîlayên azadiya Kurdistanê 7 leşkerên Tirk ên dagirker ên din kuştin û 3 leşkerên dagirker jî di çalakiyên wan de birîndar bûn.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê 7 leşkerên Tirk ên dagirker ên din kuştin û 3 leşkerên dagirker jî di çalakiyên wan de birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a ku li dijî berxwedana gerîla nekarî encamê bigire, 46 caran bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî, 18 caran bi helîkopterên êrişê, 10 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kirin.

Tîmên me yên bi tevger jî, ji Botanê heta Zap û Metînayê derbên giran li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de 7 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.”

HPG’ê wiha kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Botanê

18’ê Tîrmehê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê, li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê li dar xist. Dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku di vê çalakiyê de leşkerî wê miriye û yek jî birîndar bûye. Lê weke her carê, ew windahiyên xwe vedişêre. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û kontrayek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana hevalên me yên li çeperên şer û tunelan hatiye lidarxistin.

Li Zê (Zapê)

Artêşa Tirk a dagirker bi mehan e hewl dide li serê çiyê yê Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibe. Artêşa Tirk a ji hewayê ve nikare hêzên xwe li vir bi cih bike, hewl dide ji aliyê bejayî ve bi pêş ve biçe û bi cih bibe. Ev dagirker 25’ê Tebaxê danê sibê ji aliyê tîmên me yên tevger ve hatin hedefgirtin û bi çalakiyên koordînekirî yên gerîlayan, derbên giran li wan hatin xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên giran li dagirkeran xistin, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi awayekî hemwext bi taktîka sekvaniyê dagirker hedef girtin û li wan dan, li wir dagirkerek hate cezakirin.

Şeva 25’ê Tebaxê helîkopterên êrîşê yên ku dixwestin Qada Berxwedanê ya Çemço bombebaran bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê derkevin.

Roja 25’ê Tebaxê saet 12:30’î tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Çemço dan û derb li wan xistin.

Li Metînayê

Di 25’ê Tebaxê saet 11.00’an de qereqola Kanî Masî ya li Metînayê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi çekên giran hate derbkirin.

Di êvara 25’ê Tebaxê de, dagirkeran xwest çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bombebaran bikin, bi çekên ferdî derb li wan hatin xistin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 18’ê Tebaxê de ji herêma Metîna ku hêzên PDK’ê lê bi cih bûne, xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Piling ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ve bi pêş biçin û hêzên me derb li wan xistin.

Leşkerên dagirker gavekê vekişiyan. Di navbera 21 û 25’ê Tebaxê de herêma Şehîd Piling a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî a ku hêzên me lê ne, ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi çekên giran hate hedefgirtin.  

BEHDÎNAN