Parlamenterên PDK’ê di civîna parlamentoyê de êrişî parlamenterê Nifşê Nû kirin.

Parlamentoya herêma Kurdistanê civiya û di civîna doh de Kemal Etruşî weke wezîrê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî hate hilbijartin.
Piştî civînê parlamenterên Nifşê Nû, Komele û Yekgirtû li dijî bernameya karê di civîna parlamentoyê de nerazîbûna xwe anîn ziman.
Bi vê yekê re di nava parlamenteran de alozî çêbû, parlamenterên PDK’ê êrişî parlamenterê Nifşê Nû Sîpan Amêdî kirin.
Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Kazim Qadir daxuyaniyek çapemiyê da û got; “Parlamenterên PDK’ê bi amûrên hesin êrişê parlamenterê me kirin. Em ê li ser daxwazên xwe bi israr bin û mafê xelkê biparêzin.”

ROJNEWS/HEWLÊR