• HPG’ê ragihand ku hêzên PDK’ê roja 13’ê Kanûnê li du wesayitên gerîla reşandine û di encama van êrişan de 3 gerîla birîndar bûne ku rewşa 2 giran e. 

Çekdarên PDKʼê 13 Kanûnê du caran êriş kirin û 3 gerîla bi giranî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa 13’ê Kanûnê ya li dijî gerîla hate kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: ”13’ê Kanûnê serê sibehê saet di 10:00 de li nêzî gundê Reşankê yê nehiya Zawite ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK’ê wesayiteke hevalên me û endamên rêxistineke dost tê de hebûn rawestandin. Hêzên PDK’ê ku dîtin ên di hundirê wesayitê de ne gerîla ne, bi rengekî giran gule li wesayitê reşandin.
3 gerîla birîndar bûn

13’ê Kanûnê danê êvarê saet di 20:30’î de, li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê ku bi salan e wesayitên me lê diçin û tên, wesayiteke me ya di rê de diçû wesayitên zirxî yên ên bi çekên giran ên PDK‘ê dor lê girtin. Wesayita me bêyî bisekine rêya xwe dewam kir, lê hêzên PDK’ê bi dijwarî gule lê reşandin. Li ser vê yekê şer qewimî û di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

Sîstematîk êriş dikin

HPG di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje, ”Eşkere ye ku biryar dane bi rêk û pêk pêşî li wesayitên me bigirin, wesayitên me bikin hedef. Bûyerên ku qewimîne ji ber vê êrişkariyê ye. Berpirsyariya van bûyeran li stûyê yên ku ev êriş plan kirine û bi cih anîne.”

Çima êriş dikin ?

Artêşa Tirk û çekdarên mûçegir ên PDKʼê roj bi roj hewl hewl didin dor li qadên gerîla bigirin û di vê çarçoveyê de bi awayekî çavsor bi ser gerîla de diçin. Hêzên gerîla herçiqasî ji bo Kurd nexisirin xwe ji şerekî dûr dikin jî çekdarên PDKʼê 13 Kanûnê du caran êriş kirin û 3 gerîla bi giranî birîndar bûn.

Ev êriş di demeke welê de hate kirin ku PDK bi hevkariya dewleta Tirk hêzên xwe yên çekdar vediguhezîne qadên gerîla û ji ber vê yekê jî alozî mezin bûye.

Piştî daxuyaniya Mesrûr Barzanî

Êriş di wexteke welê de hate kirin ku rayedarên PDK’ê ji çalakiyên protestoyî yên karker û karmendên nikarin mûçeyên xwe werbigirin PKK’ê sûcdar dike û Şengalê ji nû ve dikin hedef.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 9’ê Kanûnê têkildarî çalakiyên protestoyî daxuyaniyek dabû, di dema vê daxuyaniyê de Şengal ji nû ve kiribû hedef û bêyî ku belgeyekê nîşan bide îdîa kiribû ku hêzên PKK’ê bi rengekî ‘hîn qelebalix vegeriyane Şengalê’.

KCKʼê got em naxwazin şer bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî roja 4’ê Mijdarê daxuyaniyek dabû û bi taybetî bal kişandibû ser daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û PDK di mijara ‘nêta şer’ de hişyar kiribû.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya meha Mijdarê de îdîa kiribû ku PKK’ê li xeta sînor ‘hin herêm dagir kirine’ û ji êrişên dewleta Tirk, ji komkujiyên dewleta Tirk, ji nekirina xizmetguzariyê ji bo gundan û valakirina gundan PKK berpirsyar nîşan dabû û xwestibû ji van herêman vekişe.

Baregehên artêşa Tirk li Başûr

Baregehên leşkerî yên ku dewleta Tirk di salên 1990’î de bi destûra PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ava kir, salên dawî qat bi qat zêde bûn. Di sala 2020’î de baregehên leşkerî, karên îstîxbaratê, valakirina gundan û qadên dagirkirî zêde bûn. Li Başûrê Kurdistanê halîhazir 40 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Her wiha dagirkeriya aborî û çandî ya li herêmê jî divê li vê yekê bê zêdekirin.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Chrîstîan Peacemaker Team, ji sala 2015’an ve herî kêm 97 sivîl ji ber êrişên artêşa Tirk can dan, derdora 100 kes jî birîndar bûn. Her wiha herî kêm 126 gund bi temamî hatin valakirin.

Şerê navmalî wê Kurdan bixisirîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan 25’ê Mijdarê di bernameyeke taybet a Stêrk TV de destnîşan kiribû ku ew ti carî naxwazin di nava Kurdan de şer rû bide û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê helwesta xwe nîşan dabû.
Karayilan her wiha hişyar kiribû û gotibû, ”Fikrê me bi vî rengî ye. Em di vê fikra xwe de israr dikin, ji ber ku di vê dema dîrokî de şerekî navxvweyî wê ji aliyê stratejîk ve gelê Kurd bixisirîne. Destketiyên heyî wê bikevin metirsiyê.”
Karayilan gotibû, ”Şerê navxweyî projeyeke dewleta Tirk e” û bang li Kurdan kiribû ku di vê demê de hişyar bin û tiştekî ji dijmin hêvî nekin.

NAVENDA NÛÇEYAN