Edîtorê beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed dema ji bo serdana malbatê çûbû Rojavayê Kudistanê, roja 25’ê Cotmehê di dema vegerê de li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin û ji wê demê agahî jê nayê girtin. Malbata Silêman bang li aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku çarenûsa kurê wan aşkere bike.

Malbata Silêman ji navçeya Cindirêsê ya dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin. Li gorî malbatê, bavê Silêman 18`ê Sibata 2023`an bi temenê 66 saliyê de wefat kiribû û wê demê dihat payîn ku Silêman serdana malbatê bike. Lê ji ber şert û mercan Silêman piştî 8 mehan ango destpêka Cotmehê berê xwe daye Helebê û hatiye serdana malbatê.

Dayika Silêman, Sultana Ehmed diyar kir ku piştî ew ji Efrînê hatin koçberkirin (2018) Silêman ji bo kar û alîkariya malbatê berê xwe da bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê.

Sultana bi bîr xist ku serdana kurê wê piştî wefata bavê wî pêk hatiye û da zanîn ku dema ew hatiye Helebê hefteyekê li taxa Şêxmeqsûd maye.

6 roj in ti agahî nayê girtin

Sultana anî ziman ku dema Silêman di ser rêya Başûrê Kurdistanê de bû, piştî ku deriyê Pêş Xabûr derbas kir agahî jê qut bûn û destnîşan kir ku herî dawî beriya ku deriyê Pêş Xabûrê yê di bin serweriya PDK’ê derbas bike, bi telefonê axivîne. Ev yek nîşan dide ku ji aliyê çekdarên PDK`ê ve hatiye revandin. Dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed got ku zarokê wê hatiye revandin û bang li hemû aliyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa zarokê wê were eşkere kirin. Silêman Mihemed nêzî 5 sal bûn di beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê de weke edîtor dixebitî. 5 rojin ti agahî ji Silêman nayê girtin. Têkildarî mijarê heta niha rayedarên deriyê sinor ê Pêş Xabur ti daxuyaniyek nedane.

Çarenûsa Silêman Mihemed eşkere bikin

Sendîkaya rojnamevana a Iraqê jî li aqûbeta rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed pirsî. Yek ji berpirsên sendîkayê Dr. Erade Cibûrî ji Rojnewsê re got;’’Em revandina rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed şermezar dikin. Daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin ku çarenûsa wî eşkere bikin.’’

Herwiha Navenda Metroa ya Parastina Mafên Rojnamevanan jî têkildarî revandina Silêman Mihemed got:’’Em daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên hikûmeta herêmê dikin, çarenûsa Silêman Mihemed eşkere bikin û bi silametî vegere ser karê xwe.’’

NAVENDA NÛÇEYAN