PDK’ê diziya Emerîkayê kir

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:42

  • Hat zanîn ku hin kelûpelên ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. 

Hat zanîn ku hin kelûpelên ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê yekê jî di navbera fermandarê hêzên Emerîkî yê li Herîrê û PDK’ê de alozî derketiye.

Kesayetê Siyasî Dilşad Mecîd nivîsek belav kir û got, “Emerîka Weysî Barzanî (Kurê Mesûd Barzanî) û hêza wî bi diziya kelûpelên leşkerî yên ku wê ji bo Rojava bihatana şandin, sûcdar dike. PDK vê yekê bi zextên dewleta Tirk dike.”

Di dewamê de Dilşad Mecîd dibêje, barên ku ji Hewlêrê ji bo Rojava tên şandin, bi taybetî kelûpelên leşkerî, sereqet ji aliyê PDK’ê ve astengî jê re tên derxistin. Ji ber vê yekê gelek caran di navbera hêzên Emerîkî û dijeterora PDK’ê de alozî derdikeve.

Dilşad Mecîd di dewamê de dibêje: “PDK dibin zextên dewleta Tirk de van karan dike. Di nava du hefteyên derbasbûyî de fermandarê hêzên Emerîkî yê li Herîrê bi tûndî PDK hişyar kiriye ku gelek barên ku ji kelûpelên leşkerî pêk dihat û wê ji bo Rojavayê Kurdistanê bihatana şandin, winda bûne. Fermandarê Emerîkayê ji PDK’ê xwestiye di zûtirîn demê de van kelûpelan vegerîne.”

Dilşad Mecîd eşkere dike, ji ber van aloziyan binemala Barzanî daxwaza hevdîtinê li fermandarê hêzên Emerîkî yê li Herîrê kiriye, lê heta niha hevdîtin pêk nehatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.