PDK’ê dijberiya Kurdan dike

Şemî 2 Adar 2024 - 00:38

DELAL AKYUZ / MA / ÎZMÎR

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamûs trafîka dîplomasiyê ya bi rojeva şer a di navbera Enqereyê û Hewlêr û Bexdayê de û bandora wê ya li herêmê nirxand. Karamûs, anî ziman ku armanca bingehîn a dewleta Tirk tasfiyeya PKK’ê ye û anî ziman ku ev plan jî bi PDK’ê re tê birêvebirin. Karamûs, anî ziman ku di navbera dewleta tirk û PDK’ê de li dijî destkeftiyên Kurdan têkiliyeke stratejik heye û got:“Armanc dikin ku PKK’ê li herêmên di bin kontrola PDK’ê de tasfiye bikin û bi temamî bixin bin kontrola Tirkiyeyê. Bi hesaba ku dikin dixwazin di navbera Qendîl, Şengal û Rojava ku PKK lê ye korîdorekê ava bikin. Tirkiyeyê bi hevdîtinên bi Iraq û PDK’ê re hedef kir ku peymanek were çêkirin. Hikumeta Tirkiyeyê çima bi Iraq û Hewlêrê re hevdîtin kirin? Ji ber ku di civîna Astanayê de Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîma Esad li hev kiribûn. Di vê peymana li vir de tê dîtin ku bi tu awayî hebûn û statuya kurdan li tu deran naxwazin. Bi peymaneke bi vî awayî di navbera hikumetan de hevdîtin çêbûn. Hemû hewldanên wan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li Şengal û Rojava tasfiye bikin e.”  

Karamûs, qala bicihkirina hêzên Zerevanî, Gulan ên girêdayî PDK’ê û hêzên cuda yên li ser xeta sînor kir û got:“Tirkiye di êrişên dike de tişta dixwest bi dest nexist. Ji ber vê yekê dixwaze hikumeta Iraqê jî tevlî vê pêvajoyê bike. PDK heta niha ji ber bertekên di raya giştî de bi awayekî fiîlî piştgirî nedida. Lê êdî PDK bi navê hêzên Iraqê tevlî şerê ku Tirkiye dixwaze dibe.”

Em ê bi tevahî ji holê rabin 

Karamûs, ê li dijî planên qirêj ên bi navê hikumeta Iraqê hatine kirin hişyar kir û got:“Bi kîjan nav, al an jî cilan bibe bila bibe, ev hêz dikin ku Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev rewş dike ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Weke KNK’ê li dijî vê sekna me zelal e. Bila PDK vê baş bizane; heke Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava û Başûr tasfiye bibe, pêşeroja tu kurdan nabe. Divê PDK vê bibîne. Divê em êdî werin ba hev.” 

Karamûs, di dawiyê de ev bang kir:“Li dijî êrişan divê Kongreya Netewî ya Kurd were avakirin. Divê hebûna me nasnameya me were qebûlkirin. Ji bo ku yekitiya Kurdan pêk were em ê xebatên xwe bidomînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.