• Alîgirên Rêberê Şîiyên Iraqê, şaxa 5’an a PDK’ê a li Bexdayê şewitand. Bûyer piştî peyama endamekî PDK’ê ya li ser twîterê qewimî.

Alîgirên Rêberê Şîiyên Iraqê, şaxa 5’an a PDK’ê a li Bexdayê şewitand. Bûyer piştî peyama endamekî PDK’ê ya li ser twîterê qewimî.

Pêr bi şev Dr. Naîf Kurdistanî ê PDK’yî, li ser hesabê xwe yê twîterê nivîsî; “Em ne rêberiya Ereb dixwazin, ne bi rêberiya Hindî, Farisî û Efxaniyan’ re ne.” Bi vê yekê wî çêl li Elî Sîstanî dikir.

Li Bexdayê alîgirên Rêberê Şîiyên Iraqê Elî Sîstanî li ser torên civakê xwestin xelk dakevin kolanan.

Piştî wê bi demekê, tevî endamê PDK’ê Naîf Kurdistanî daxwaza lêborînê jî Elî Sîstanî jî kir, nekarî pêşiya nerazîbûnan bigire. Piştî ku nerazîbûn mezin bû, heman endamê PDK’ê vê carê got, twîtera wî hatiye dizîn, ango hekkirin.

Piştî wê PDK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku peyama hatî belavkirin, girêdayî wî kesî ye, ew bi xwe bawerî bi jiyana hevbeş tînin. PDK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got, ti peywendiya Dr. Naîf Kurdistanî bi PDK’ê re nîne.

Lê lêborînên PDK’ê rê li ber nerazîbûnan negirt, bi dehan alîgirên Elî Sîstanî bidirûşmeya ‘Rêber taca serê me hemûyan e’ daketin kolanan. Di encamê de bi dehan kes li ber derê şaxa 5’an ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kom bûn û avahî dan ber agir.

Hêjayî gotinê ye Dr. Naîf Gergerî bi navê din Naîf Kurdistanî, endamekî payebilind ê PDK’ê ye û di dema xwe de endamê lijneya lihevkirina Sedr, Helbûsî û PDK’ê bû. Herwiha di hilbijarinên 2018’an de namzetê PDK’ê yê herêma Nînova bû.

ROJNEWS/BEXDA