PDK’ê bavê şehîdekî çima revand?

Pêncşem 29 Nîsan 2021 - 09:17

PDK’ê welatiyê ji Dêrika Hemko, Nayif Elî Hesen beriya bi 9 rojan revand. Hinceta PDK’ê jî ew e ku ew bavê şehîdekî YPG’ê ye û zarokên wî alîgirên Rêveberiya Xweser in. Gava ku Nayîf Elî Hesen di Deriyê Pêşxabûrê re vedigeriya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê PDK’ê ve hat girtin. Ev 9 roj in aqûbeta Nayîf Elî Hesen ê revandî ne diyar e. 

21’ê Nîsana 2021’ê Nayîf Elî Hesen bi hinceta ku bavê şehîdekî YPG’ê ye û alîgirê Rêveberiya Xweser e, li Deriyê Pêşxabûr ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin û revandin.

Derbarê mijarê de kurê Nayîf Elî Hesen, Rojnameger Cîhad Nayîf ji Rojnewsê re doh got; “Îro 8 e, me ti agahiyek ji bavê xwe negirtiye. Bavê min 1’ê Nîsanê fermî çû Başûrê Kurdistanê û 21’ê Nîsanê jî xwest vegere Rojavayê Kurdistanê. Bavê min ji aliyê hêzên PDK’ê ve li deriyê Sêmalka bi hinceta ku bavê şehîdekî YPG’ê ye û alîgirê Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ye, hat girtin.”

ENKS muxbiriyê dike

Rojnameger Cîhad Nayîf dawiyê got; “Ji ber ku bi rêya endamên ENKS’ê yên li Rojava navê bavê min, bi raporekê gihiştiye Asayîşa Dihokê ku ew ji alîgirên Rêveberiya Xweser e, kurekî wî di kanala Ronahî TV’yê de pêşkêşvan e û kurekî wî yê din jî şehîdê YPG’ê ye, hatiye girtin.” 

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.