PDK’ê 158 gund valakirin
Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:50
Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku PDK bi valakirina gundan ji artêşa dewleta tirk re qadan vedike û got:"Dewleta tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 5 cureyên çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Ji ber bikaranîna van çekan gelek kes hatin qetilkirin. Xwezaya herêmê jî ji vê yekê bi bandor dibe. Hemû xwezaya herêmê wêran kirin. Ev jî nîşan dide ku ne tenê li dijî şexsiyeta kurd li dijî cewher û xwezaya wê jî êriş dike. 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund ji ber êrişên dagirkeriyê di bin metirsiya valakirinê de ne. Gelek ji van gundan xwedî bax û baxçeyan e. Her wiha PDK artêşa dewleta tirk a li kêleka baregehên xwe diparêze, rê ji wan re vedike ku ji bo êrişî çeperên gerîlayan bike û tevahiya xaka başûrê Kurdistanê dagir bike."
PDK û Tirk têk diçin
Germiyanî anî ziman ku li herêmê berxwedaneke dîrokî tê dayin û got ku dewleta tirk bi çekên kîmyewî jî nikare îradeya heyî tune bike û got:"Li vê herêmê PDK û dewleta tirk bi hev re têk diçin. Ev her du hêz wê nikaribin vî şerî bidomînin. Çimkî ev du sal in tevî xiyanet û piştgiriya PDK'ê jî artêşa dewleta tirk yek gav pêşve neçûye. Ev jî nîşaneya wê ye ku ew di şer de têk çûne."
Helîkopter li baregehên PDK’ê ne
Artêşa tirk bi cil û bergên pêşmergeyan dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. PDK di nav xiyanetê de digevize. Îsal tenê 5 helîkopteran derb xwarin. Helîkopterên dewletê li nava baregehên PDK’ê dadikevin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî hemû êrişên dagirkeriyê û alîkariyên PDK’ê jî berxwedana xwe ya dîrokî didomîne û bi şev û roj li dijî dagirkeran çalakiyên cuda li dar dixin. Li Zap, Metîna û Avaşînê serkeftin nêzik e."
NAVENDA NÛÇEYAN