Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku helwesta PDK'ê zirarê dide yekîtiya neteweyî û got: “Êriş û hevkariya bi Tirkiyeyê re li ser axa Kurdistanê xemgînî û hêrseke herî mezin dixe dilê her Kurdî."
Piştî ku li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê PDK'ê hêzên leşkerî li herêma Zînî Wertê bi cih kirin, rageşiyek rû da. Ev rageşî hê jî didome. Her wiha piştî ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar serdana Bexdayê kir û pêwendî bi Herêma Kurdistana Federe re danî, êrişên li ser Şengalê careke din bûn rojev. Ev yek û helwesta PDK'ê bûne cihê nerazîbûnên mezin û bi xwe re cardin pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî ya Kurd xiste rojevê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş der barê mijarê de diyar kir ku pergala rêveberinê ya AKP û PDK’ê weke hev in û li dijî modela konfederalîzma demokratîk bûne şirîk û got: “Pergala wan pergala modernîteya kaptalîst e, û li ser hîmê netewe-dewletê ava dibe. Netewe dewletên heta îro hatine avakirin bi xwe re gelek şer û rageşiyên mezin anîne. Ti carî nikare çareseriyek mayînde bibîne û her demê di nava xwe de difetise. Di siyaseta PDK’ê de bi çi awayî civaka berfireh tine ye û her demê ji bo berjewendiyên şexsî û eşîrtiyê re siyaset daye meşandin.”
Ozguneş hişyar kir û got: “Eger PDK di vê polîtikaya xwe de israr bike, wê hemû statuyên hene jî ji destê wê biçe. Ji zirarê zêdetir tiştek nabe para Kurdan. Divê haya her kesî ji vê hebe û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bixebite.”
ANF/ŞIRNEX