Parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed derbarê hewldanên PDK’ê yên ji bo bêdengkirina dengê azad li Herêma Kurdistanê, girtin, revandina rojnamevanan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, axivî.

Xalib Mihemed destnîşankir ku PDK bi nav weke demokrasî xwe pênase dike, lê naverokê de demokrasiyek vala ye û got:“PDK bi ferzkirina desthilata xwe, birêya revandina rojnamevan û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re kar dike. Weke hêzek milisî, pişta xwe daye revandin û belavkirina terorê. Armanca PDK’ê jî kontrolkirina tevahî çavkaniyên herêmê ye. Waliyên Hewlêr û Dihokê di kontrola wê hizbê de ne, ji sedan 80’ê welatiyan dibin kontrolê de ne û rû bi rûyê metirsiyên vê hizbê dibin. Herwiha PDK çavkaniyên xwezayî yên herêmê dibe û dide welatên cîran bi taybet jî Tirkiyeyê.”

Di dewama axaftina xwe de Xalib Mihemed, da zanîn ku PDK bi serokatiya Mesud Barzanî yek ji wan aliyên diyar ku bi zora çekê û dezgehên îstîxbaratê, herêmê bi rêve dibe.

Xalib dawiyê de jî behsa hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re kir;“Malbata Barzanî, ji Mesud destpê dike heya Nêçîrvan û Mesrûr, peywendiyeke xurt a PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re heye.”

Rojnamevan Bedran Mihyedîn jî derbarê revandina Silêman Ehmed de got:’’Divê rêxistinên navneteweyî dosyeya Silêman Ehmed bişopînin û xwedî helwêst bin. Hêzên PDK’ê xaleke reş bi navê desthilata Kurdî di nava welatên cîhanê de belav kirine. Divê rojnamevan Silêman tavilê were berdan.’’

NAVENDA NÛÇEYAN