- Dr. Kamuran Berwarî dibêje, PDK ji ber berjewendiyên şexsî tevlî vî şerî dibe û wiha dewam dike: Dixwazin Tirkiyê bînin ser axa Başûrê Kurdistanê û wê bikin beşek ji Tirkiyeyê, û bibin fermandarê vî beşê Kurdistanê. Armanca wan ew e ku bi Tirkiyê re dest deynin ser gaz û nefta Kurdistanê û bifiroşin.
ERKAN GULBAHÇE
Dewleta Tirk 14´ê Nîsanê bi êrişeke gelekî berfereh a hewayî dest bi dagirkeriyeke nû li dijî Kurdistanê kir. 17 Nîsanê jîji bejahiyê ve dest bi êrişa xwe ya li dijî Zê û Avaşînê kir. Ji ber helwêsta hikûmeta Başûrê Kurdistanê, xelkê Başûr gelekî aciz û dilgiran e. Gelek aliyên siyasî li ber dagirkeriyê rabin jî, PDK û hikûmeta Hewlêrê dengê xwe nakin. Dr. Kamuran Berwarî dibêje, "Tevlîbûna vî şerî ji bo parastina berjewendiyên şexsî ye. Bi destê Tirkiyê bigirin bînin ser axa Başûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bikin beşek ji Tirkiyeyê; û bibin fermandarê vî beşê Kurdsitanê. Armanca wan ew e ku bi Tirkiyê re dest deynin ser gaz, neft û hebûna Kurdistanê û bi hev re ji bo menfaeta şexsî, bifiroşin."
Em bi mamosteya zanîngeha Dihokê, Dr. Kamuran Berwarî re li ser êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û helwêstên aliyên Başûr peyivîn.
Dewleta Tirk hewl dide Başurê Kurdistan dagir bike, tu bi xwe jî li heremê yî, li wir rewş çawa ye?
Ev şerekî plankirî ye. Armanca wî ew ku di navbera Kurdan de aloziyê derxîne û herwiha Kurdistanê dagir bike. Tirkiye dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike, desketiyên neteweyî ên niştimana Kurdan ji holê rake. Statuya Kurdan li holê rake. Kurdên azad û Kurdên bi rûmet li ser vê axê nehêlê. Ji ber vê çendê jî li hember vê pîlangeriya li dijî Kurd û Kurdistanê pêwîst e Kurd bi plan û yekgirtî tevbigerin.
Bi giştî gelê Başûr li hemberî vê êrişê dilgiran e, û nerazî ye. Vê êrişê li Başûr rewşa aborî, siyasî, ewlekariyê têkdaye. Wisa xuya ye ku devleta Tirk ne tenê ye. Li Başûr û li Bakur êriş dike. Ji bo Başurê Kurdistanê dagir bike, binke û baregehên li Başurê Kurdistanê jî wek navendên lojîstîkê li hemberî gerîla, li hemberî gelê Kurdistanê bi kar tînê. Lê dîsan, ji ber ku eb şerekî çarenivîsaz e, şerekî îmanî û wicdanî ye. Şerê heq e li dijî neheqiyê. Şerê bergiriyê ye li dijî dagirkirinê. Ji ber vê yekê jî leşkerên Tirk li her derî hatine dorpêçkirin û nikarin ji cihê xwe bilivin. Vê kêliyê şer li gelek deverên Başûrê Kurdistanê devam dike.
Helwêsta PDK´ê li hemberî êrişen Tirkiyê tu çawa şirove dikî?
Li hember van êrişan helwêsta PDK´ê, herwiha bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin. Gel jî bi dilekî şikestî temaşeyî vê helwêstê dike. Gelek caran rêveberiya Herêma Kurdistanê û partiyen Başûr li ser erişeke li dijî Erebistana Siûdî yan jî Emîratan helwêstê nîşan didin; mixabin li ser dagirkirina Kurdistanê nîşan nadin. Bêgûman, bê destûra hin aliyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, devleta Tirk nikare yek bosta Kurdistanê dagir bike û li vir konê xwe vede. Helbet dagirkirina Başûrê Kurdistani bi hevkariya hin aliyên rêveberiyê zerareke gelekî mezin wê bide partî û aliyên Başûrê Kurdistanê hemûyan. Hebûn û nebûna desthilata Başûrê Kurdistanê bi hikûmet û partiyen siyasî, bi hebûna gerîla ve girêdayî ye.
Çima PDK ewqasî xwe bi Tirkiyê ve gîrêdaye?
Ti mecbûriyetek nîne. Ji ber ku PDK, hikûmeta Başûr û hizbên din ne mecbûr in û kes wan neçar nake tevlî şerê li hemberî Kurdan bibin. Tevlîbûna vî şerî ji bo parastina berjewendiyên şexsî ye. Bi destê Tirkiyê bigirin bînin ser axa Başûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bikin beşek ji Tirkiyeyê; û bibin fermandarê vî beşê Kurdistanê. Armanca wan ew e ku bi Tirkiyê re dest deynin ser gaz, neft û hebûna Kurdistanê û bi hev re ji bo menfaeta şexsî, bifiroşin. Mixabin gelê Başûrê Kurdistanê di rewşeke xirab de ye. Ji bo azadî, serxwebûn û bipêşketina aboriya gelê Başûr ti xebat nayê kirin. Bi êrişen Tirkiyê re hinekî dixwazin ser van nakokiyan binixumînin, bi gel bidin jibîrkirin. Ti kes nikare ji bo berjewendiyên şexsî leşkerekî biyanî bîne ser axa welatê xwe bi cih bike.
Helwêsta aliyên ji derveyî PDK´ê li hemberî êrişên Tirkiyê çi ye?
Êrişê hîna nû dest pê kiriye, ji ber wê yekê, gel hêdî hêdî maneyekê dide van êrişan. Helwêsta Tevgera Gorran gelekî baş e. Wek tê zanîn di nava Tevgera Gorran de kesên paqij, niştimanperwer, xwedî exlaq û wicdan gelek in. Rêxistinên din jî gelek daxûyanî dan. Gelek ji wan baş in û mixabin hinek ji wan jî lawaz in.
Lê bi giştî her hêz û rêxistina Başûrê Kurdistanê û hêzên tevahiya Kurdistanê pêwîst e li hember hewildana dagirkirina Başûrê Kurdîstanê bisekine. Heger partiyek, hizbek Kurdistanê li hemberî van êrişan pîştevaniya madî, manevî û bi çekî diyar neke, li dijî xiyanet û dagirkariyê nesekine, naxwe ew beşek ji vê komployê ye, piştevaniya dagirkirina Kurdistanê dike.
Eve çendîn sal e, em baş dizanin gerîla û peşmerge mil bi mil ve, bi hevpeymaniya navdevletî re li Şengal, li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê li dijî terorê şer dikin. Kurd yekemîn millet in li dinyayê ku li sengera pêşiyê de şer dikin li dijî terorê. Ji ber vê çendê jî pêwîst e cîhan jî heq û maf û xwesteka Kurdan bibîne. Li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemîmîne.
Bi êrişa Tirkiyê re hemwext Iraqê jî êriş bire ser Şengalê. Gelo îhtîmal heye ku ew êriş berfirehtir bibin û tevahî Kurdistanê bixin bin bandora xwe?
Armanc ew e. Di navbera 2012- 2013´an de bi rizgarkirina Rojava re projek wisa hat amadekirin. Bi vê projeyê hat xwestin ku Kurdistan bê dagirkirin.
Projeya dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê ye, heger hemî Suriye jî nebe, beşek ji Sûriyê, temamiya Iraqê heta Bakurê Efrîkayê, hinek welatên Ewrûpayê bike bin destê xwe û xeyalên xwe pêk bîne. Tirkiye nikare wek dema Osmaniyan, devletên Ewrûpa, Şam, Iraq û Bakurê Efrîkayê dagir bike. Ji ber ku şert û mercên sala 2021´ê ne wek salên destpêka 1923´yan in. Milletên vê deverê hemû, desthilatdariya Tirkiyê red dikin. Piştî tecrûbeya Kobanê, Serêkaniyê û Efrînê, derket holê ka çawa demografiya wan guherî û xelkê deverê ji welatê xwe hatin derxistin.
Ti peywendiya PKK´ê bi vî şerî re nîne. Tirkiye pîlaneke gelek berfireh dide meşandin. Ji ber vê yekê êriş dibe ser Rojava, Şengal, Başûr û Bakur. Li hemberî vê jî tenê PKK li ber xwe dide. PKK li Rojava, Li Şengal, li Hewlêr û li Beşîka nîne, Tirkiye ji bo çi êrişî van deveran dike? Ji ber ku armanc PKK nîne, armanc tinekirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ye.
Li gorî cenabê te, li hemberî van êrişan çi erk dikeve ser milê rêxistin, siyasetvanên Kurd û bi giştî gelê Kurd?
Tirkiyê wan salên dawiyê, li hemberî gerîla şikesteke mezin xwariye. Ji ber vê yekê jî çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tîne. Pêvajo ji me û ji gelê Kurd dixwaze ku li hemberî van êrişan, li dora gerîla, li dora PKK´ê û li dora berxedêrên azadiyê em kom bibin. Ji Kurdên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê tê xwestin ku hestên xwe yên neteweyî niştimanî diyar bikin. Daxwaza min çar parçeyên Kurdistanê madî û manewî alikariya gerîla bikin.
Her wiha Başûrê Kurdistanê pêwîst e helwêsta xwe zelal bike. Li dinyayê, ev cara yekê ye ku hikûmetek bi dagirkirina welatê xwe razî bibe.
Pêwîst e gelê me yî Başûr bi rola xwe rabe û derkeve meydanan û dijberiya xwe yaberamberî leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê bide der.
Tirkiye bi vê êrişê komek agir dike nava welatê xwe jî. Ev agir wê dewleta Tirk jî bişewîtîne. Lazim e di demeke nêz de dewleta Tirk vegere ser maseya aştiyê. Destê xwe dirêjî Îmralî, PKK û gelê Kurd bike.