- Malbatên revandiyan: Bêyî biryara dadgehê rojnamevan, mamoste û çalakvan, têne girtin. Bi taybetî şêwazê revandina mamoste Şivan Seîd a li ber çavê jin û zarokan, li ber çavan e. Rewşa derûniya zarokên wî xirab e. Ev girtin û binçavkirin, hemû ji bo bêdengkirina dengê azad e.
Malbatên xizmên wan li Herêma Behdînanê hatine girtin, ragihandin ku ji Tebaxa 2020’an ve PDK’ê li herêma wan 280 kes ji bo çavtirsandîkirinê, kirine nezaretê û ji wan heta niha jî 17 kes di hepsê de ne. Malbatan bang li rêxistinên mafê mirovan kir da ku bi hewara wan ve biçin û wan xwest ev kes tavilê bên berdan. Malbat dibêjin, xizmên wan hatine revandin û bêyî biryara dadgehê li cihên nayên eşkerekirin, tên ragirtin. Ji ber ku kirina nezaretê ya van kesan ne li gorî qanûnan e û bêyî biryara dadgehê ye, mirov dikare bibêje, PDK´ê ew revandine.
Malbatên li Dihokê yên xizmên wan li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, derbarê welatî, çalakvan û rojnamevanên girtî de, daxwaznameyek radestî rêxistinên Mafê Mirovan û Civaka Sivîl kir. Malbatan got, “Di 13’ê Tebaxa 2020’an de PDK´ê bi rêya saziyên îstîxbaratê, li Dihokê hewlek ne demokratîk û derveyî yasayan da destpêkirin. Di encamê de bi dehan çalakvan, mamoste, welatî û rojnamevanên Dihokê hatin revandin û girtin. Hejmara kesên xistin nezaretê, zêdetirî 280 kesî bû. Malabatên gelekan ji wan di bin zexta êşkence û gefê de, neçar man peymana ku asayîşê dayî ber wan, îmze bikin. Bi wî rengî gelek kes hatin berdan. Lê heta niha jî 17 kes di hepsê de ne û cihê wan nayê zanîn. Li gorî agahiyên ne fermî, tê gotin ev kes li Mesîfê têne ragirtin."
Tehlûke li dijî Kurdistanê ye
Malbatan xwest, kesên girtî bên berdan û got, "Ji ber ku metirsî li ser pêvajoya demokrasî ya Herêma Kurdistanê heye. Ev pêvajoya girtin û xistina nezaretê, ji ber zêdebûna nerazîbûna dengê azad pêk tê. Ji ber ku xelk daxwaza dayîna mûçeyê xwe û xizmeteke baş dike. Rewşa azadiyê xirab e, herwiha bêyî biryara dadgehê rojnamevan, mamoste û çalakvan, têne girtin. Bi taybetî şêwazê revandina mamoste Şivan Seîd ya li ber çavê jin û zarokan, li ber çavan e. Rewşa derûniya zarokên wî xirab e. Ev girtin û binçavkirin, hemû ji bo bêdengkirina dengê azad e. Ev yek ji bo demokrasiya herêmê metirsî ye."
Welatiyan direvînin
Malbat bi bîr dixin ku hem li gorî qanûna rojnamevaniyê û hem jî ya xwepêşandanan ya Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê, van girtin û kirina nezaretê ya xwepêşandêr û çalakvanan neqanûnî ye û wiha dewam dikin: "Bi hênceta sucên bê bingeh yên weke PKK û têkdana aramiyê, welatiyan direvînin. Encumena Asayîşa Herêmê jî bi awayekî yekser xelk bi terorê tewanbar kir. Em vê yekê red dikin.
Gumana me heye ku êşkence hatibe kirin li kesên niha girtî. Bê ku biryarek dadgehê hebû telefon û kel û pelên malbatê jî desteser kirine. bi wêneyên malbatên wan, gefan li kesên girtî dikin. Ev yek gelek metirsîdar e û desthilat ji vê yekê berpirs e.
Em bang dikin di demeke zû de hewldanên cidî ji bo azadiya girtiyan werin kirin û ev pêvajoya metirsîdar were rawestandin."
DIHOK
Kesên PDK´ê revandî
Hin kesên PDK´ê ew li Herêma Behdînanê revandin û hîna neqanûnî di nezaretê de ne, ev in:
Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, 7’ê Cotmeha 2020’an li Dihokê hat revandin.
Mamoste Şivan Seîd Beroşkî, li Dihokê 22’ê Cotmeha 2020’an hat revandin.
Rojnamevan Guhdar Zêbarî, li Akrê 22’ê Cotmeha 2020’an hat revandin.
Rojnamevan Eyaz Kerem, li Dihokê 22’ê Cotmeha 2020’an hat revandin.
Çalakvan Harîwan Îsa, 22’ê Cotmeha 2020’an li Sêmêlê hat revandin.
Çalakvan Bedel Berwarî, 18’ê Tebaxa 2020’an li Dihokê hat revandin.
Çalakvan Umêd Beruşkî, li Dihokê 18’ê Tebaxê hat revandin.
Mamoste Mesûd Şengalî, 30’ê Tebaxa 2020’an li Dihokê hat revandin.
Mamoste Silêman Kemal Harîkî, 6 Îlona 2020’an li Akrê hat revandin.
Çalakvan Silêman Musa Zêbarî, 6’ê Îlona 2020´an hat revandin.
Mamoste Salih Ebdulcebar, 20´ê Tebaxa 2020´an li Şêladizê hat revandin.
Mamostayê zanîngehê Bendewar Eyub Reşîd, 4’ê Îlona 2020´an li Dihokê hat revandin.
Çalakvan Pehlewan Adil Binavî, 4´ê Îlona 2020´an li Dihokê hat revandin.
Çalakvan Karker Ebas Elî, 4´ê Îlona 2020´an li Dihokê hat revandin.
Çalakvan Welat Gewda, 9’ê Îlona 2020´an li Zaxo hat revandin.
Mamoste Dr. Amir Dihok, agaihiyên kite kite li ber dest nînin.