• Berpirsê YNK´yî Reşad Gelalî dibêje, li derdora Mexmûrê heta niha di navbera DAIŞ û hêzên PDK´ê hîç şer neqewimiye û merca şikandina DAIŞ´ê li Çiayayê Qereçoxê lihevkirina Bexda û Hewlêrê ye.  

Cihgirê Berpirsê Malbenda 3’yê ya YNK’ê ya Mexmûrê Reşad Gelalî, li ser zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora Mexmûrê got, “Dewleta Tirk alîkariya madî dide çeteyên DAIŞ’ê. Ma çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê çawa dikarin av û xwarinê ji xwe re peyda bikin? Li Çiyayê Qereçoxê Hêza 80’yî ya PDK’ê heye û di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de ti pirsgirêk nîne.”

Cihgirê Berpirsê Malbenda 3’ê ya YNK’ê ya Mexmûrê Reşad Gelalî, bersiva pirsên rojnamevanê Rojnewsê Huner Faris da li ser zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora Mexmûrê.

Weke sedem wî got, "DAIŞ’ê niha di qonaxa xwebihêzkirinê de ye. Ew êrişên niha, mebesta wan ne kuştina welatiyên sivîl e, belku armanc ji revandina wan welatiyan ew e ku pereyekî zêde ji malbatan bixwazin û bi vî awayî aboriya xwe bi hêz bikin." bi ya wî heta li darxistina hilbijartina parlamena Iraqê jî alozî wê hîn zêdetir bibin.

Ew dibêje armanca DAIŞ´ê bi revandina xelkê, bi destxistina derfetên aborî ye û ji ber wê 10 - 12 welatî ji deverê ji bo fîdyeyê revandine.

Şerê PDK´ê nake ji xelkê re pirsgirêk e 

Reşad Gelalî dibêje, baregehên çeteya DAIŞ´ê li Çiyayê Qereçoxê, hem li rojhilat û hem li rojavayê Mexmûrê hene û ev baregeh ji bo Geyare, Kerkûk, Şengal û deşta Ninowayê tehlûke ne. Ew li ser mijarê wiha dewam dike: "Qezaya Mexmûrê navendeke ku çar bajaran bi hev ve girêdide. Xwedî cihek girîng û stratejîk e. Çiyayê Qereçox ji bo DAIŞ’ê cihekî aram e. Ji ber ku ti pirsgirêka wan li vê herêmê li gel pêşmerge nîne. Yekeyên Hêza 80’yî ya pêşmergeyên PDK’ê li ser Çiyayê Qereçoxê hene, heta niha di navbera wan û DAIŞ’ê de qet şer neqewimiye. Lê ji bo xelkê herêmê pirsgirêkan derdixin. Ew hêza DAIŞ’ê nîne Mexmûrê kontrol bike. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo cotyar û kesên xwedî pez pirsgirêkan derdixin."

Ji bo ewlekariya xelkê Reşad Gelalî bang dike û dibêje, "Daxwaz ji berpirsên hikûmeta Herêmê û hizban dikim, hay ji vê rewşê hebin, ji ber ku niha xelkê gundên derdorê, gundên xwe bi cih dihêlin.

Hewlêr û Bexda li hev nekin nabe

Cihgirê Berpirsê Malbenda 3’yê ya YNK’ê ya Mexmûrê, Reşad Gelalî dibêje, Mercên hikûmeta Hewlêrê ji bo ji navêbirina DAIŞ´ê hene: "Ji bo paqijkirina Çiyayê Qereçoxê mercên hikûmeta Herêmê hene. Mercên wê jî ew e ku hêza pêşmerge vegere herêmên bi nakok. Diyar e, referandûmê malwêraniyek mezin anî serê gelê me. Hevdîtin hene lê her du aliyan ji bo vegera pêşmerge li hev nekirine. Hikûmeta Iraqê nikare bi tenê deverê û çiyayê Qereçoxê ji DAIŞ’ê paqij bike. Ti hêzek bi tenê nikare Çiyayê Qereçoxê ji DAIŞ’ê paqij bike. Heta di navbera Herêm û Iraqê de lihevkirinek pêk neyê, Çiyayê Qereçoxê ji DAIŞ’ê wê neyê paqijkirin."

Dewleta Tirk DAIŞ´ê xwedî dike

Reşad Gelalî dibêje, Çiyayê Qereçoxê 27 kîlometreyan dirêj e û ti ava vexwarinê lê peyda nabe. Paşê wiha dewam dike: "Niha 200 ta 300 çeteyên DAIŞ’ê di çiyayê Qereçoxê de hene. Ez wisan dibînim ku Tirkiye bi roleke sereke radibe li deverê. Tirkiye alîkariya DAIŞ’ê dike. Hem li Iraqê ewlehiyê têk dide, hem li Herêma Kurdistan, Başîqa û Deşta Ninowa hêzên Tirkiye hene. Tirkiye bi destekdayîna komên terorîst hem li Herêma Kurdistanê hem jî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ewlehiyê têk dide."

NAVENDA NÛÇEYAN