• Siyasetvan Elî Kerîmî: PDK îro bi temamî xwe bi Tirkiyeyê ve girêdaye. Bang li YNK, Goran, Komele, Yekgirtû û hemû rojnamevanan dikim, nebin şirîkên dizî û talana Barzaniyan.

RÊBAZ HESEN
ANF/SILÊMANÎ

Nivîskar, siyasetvan û çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Elî Kerîmî li ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk axivî.
Kerîmî bal bire ser rola hikûmeta Başûrê Kurdistanê û got, li Başûrê Kurdistanê hikûmet di destê Barzaniyan de ye: "Hikûmeta binemala Barzanî heye. Li gel vê, ne muxalefeteke rast û dirûst heye, yên şirîkên hikûmetê jî ne şirîkên rast in. Peyama Barzanî ji bo armancên dewleta Tirk û MÎT’a Tirkiyê ye. Rêveberiya heyî nikare ji derveyî pîlan û stratejiya Erdogan û AKP’ê biçe derve."
Kerîmî dibêje, PDK’ê hinek kes li dora xwe bi pereyan kom kirine, li ser navê wan daxivin. Ew vê rewşê bi gotina "PDK’ê tiştek nîne, ji bilî pere" rave dike.

Dibistan hîna venebûne

Elî Kerîmî dibêje, binemala Barzanî hez ji gelê Kurd nake, hez ji dagirker û dostên dagirkerên Kurdistanê dike û wiha dipeyive: "Niha dehaqekî dest daniye ser Kurdistanê û mûçe, neft û petrola Kurdistanê didize û talan dike. Dibistanan digire, heqdestê mamostayan nade; zarok bê mamoste ne. Ev du meh derbas bûn hê jî dibistan nehatine vekirin."

Bi temamî bi Tirkiyeyê ve ye

Elî Kerîmî rola PDK’ê ya di dîrokê de jî wiha bi bîr dixe: "PDK îro bi temamî xwe bi Tirkiyeyê ve girêdaye. Heger em li dîrokê binihêrin em ê rûyê wan ê rasttir bibînin. PDK´ê salên 60’î Şoreşa Îlonê li ser sifreyê pêşkêşî şahê Îranê kir, salên 80’yî jî piştî desthilata Îranê hilweşiya yeke din hate ser desthilatê, PDK´ê di bin navê Qyadey Miweqe pêşmergeyên Rojhilat di bin rêveberiya Dr. Qasimlo de têk bir. 97’an jî kete pêşiya Baesê û anî Hewlêr. Niha jî bi Tirkiyeyê re Kurdistanê dagir dikin."

Nebin şirîkên dizî û talanê

Kerîmî qala ji rêveberên PDK´ê, Elî Ewnî jî kir û got: "Ev kes kesên kirêkirî yên girêdayî binemala Barzanî ne. Gelek caran ev kes diaxivin, da ku filan kurê Barzanî ji bo wan bibêje, ka çawa me diparêzin. Ew bi xwe jî malbata Barzanî baş nas dikin. Bi xwe jî baweriya wan bi wan gotinan nayê. Tenê ji bo malbata Barzanî guh bide wan û desteka madî, çend defter dolar bide wan."
Herî dawî Elî Kerîmî bang li aliyên hikûmetê dike: "Bang li YNK, Goran, Komele, Yekgirtû û hemû rojnamevanan dikim, hêvî ji xwendekaran dikim û dibêjim; ji malbata Barzanî ya ku weke hikûmeta herêma Kurdistanê tê nasîn, xizmetgûzarî çênabe. Ev hikûmet nabe hikûmeta civakê. Nabe hikûmeta xelkê Şarezûr, Qelediz, Germiyan û welatiyan hemûyan. Ev hikûmet mîna desthilata kevin a mîr û mîrzadetiyê ye. Divê şirîkên hikûmetê xwe ji hikûmetê bikişînin. Ma hûn xiyaneta wan a li dîrokê nabînin. Nebin şirîkên dizî û talana wan."