- Mamosteyê zanîêngeha Silêmaniyê Hawjîn Mele Emîn: Dewleta Tirk dest werda Başûrê Kurdistanê, da ku berjewendiyên xwe û hebûna xwe ya leşkerî, ewlehî û aborî biparêze, ku êdî PDK parçeyek jê ye û wan berjewendiyan temsîl dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji Hezîranê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike. PDK jî bi derfetên hikûmetê xwepêşandanên gel diçewisîne û çalakvan û rojnamevanên dijberî êrişan, dixe nezaretê.
Li ser mijarê Şervîn Mistefa ya ji ANHA´yê bi akademisyen û mamosteyê zanistên civakî yê Zanîngeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, Hawjîn Mele Emîn re peyivî.
Li ser helwêsta xuya ya Iraqê jî êrişên dewleta Tirk nesekinîbûn û Hawjîn Mele Emîn vê meselê wiha dinirxîne: "Ev yek gumanên ku çirayeke kesk hatiye dayîn, zêde dike. Di rastiyê de serweriya Iraqê hatiye binpêkirin û ji gelê Iraqê hatiye standin. Hikûmeta El-Kazimî ji van êrişan çi ji bo hundir çi jî li derve sûd wergirt, em dikarin bibêjin, êriş bi kar anî. Sedema vê yekê lawazbûna hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van êriş û binpêkirinan bû, yanî hikûmetê yan jî aliyekî hikûmetê - mebesta min PDK`ê ye - hevkarî bi dewleta Tirk re kir."
Di nacva sedeman de ew têkiliya dewleta Tirk bi rêveberiya Emerîkayê re û endamtiya wê di NATO`yê de jî dibîne: "Tirkiyê ev yek bi kar anî û pê şantaj li Emerîka û dewletên endamên NATO`yê kir."
PDK parçeyek ji berjewendiyên Tirkiyeyê ye
Li ser rola hikûmeta Başûrê Kurdistanê di êrişan de ew dibêje, "Rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di hêsankirin, îzahkirin û înkarkirina erkên xwe li hemberî xaka xwe û gelê xwe de heye. Ew roleke pir neerênî ye. Hikûmeta herêmê rê da Tirkiyê û di bin navê şerê gerîlayên PKK`ê û hebûna wan li Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Qendîlê de, hebûna Tirkiyê îzah kir. Dewleta Tirk dest werda, da ku berjewendiyên xwe û hebûna xwe ya leşkerî, ewlehî û aborî biparêze, ku êdî PDK parçeyek jê ye û wan berjewendiyan temsîl dike.
Ev partiya ku serweriya Hikumeta Başûr dike, ji ber berjewendî û sînorên xwe bi Tirkiyê re bûye parçeyekî belavbûna Tirkiyê û hevalbendekî wê li herêmê. PDK ji ber tirsa xwe ji gelê Kurd ê Başûr hin tiştan dereng dixe yan jî ser wan digire. Serhildana gelê Şêladizê, boykotkirina kel û pelên Tirkiyê û xwepêşandanên girseyî yên li seranserê Başûrê Kurdistanê nîşaneya herî berbiçav a wê yekê ye."
Têkilî xwedispêre dijminahiya
Kurdên parçeyên din
Li ser bêhelwêstiya beramberî baregehên eskerî yên dewleta Tirk û dagirkeriya wî jî dibêje, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK`ê vê hebûnê hêsan dike, qebûl dike û li hemberî wê bêdeng e. Pejirandina sexte ya dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê re li ser bingehê dijberiya vê hikûmetê li tevgera rizgariyê ya Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê bû." QAMIŞLO
PDK dor li Rojava digire
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li ser seranserê sînorê bi Rojava re ava kirin û alavên leşkerî li wan bi cih dike. Ev gav di demekê de ye ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û herêma Heftenînê zêde kirine. Li gorî çavkaniyan, PDK'ê heta niha derdora 40 qereqolî li dirêjahiya xeta sînor a bi Rojava re ji quntarên miqabilî Deriyê Sêmalkayê heta digihêje Pêşxabûrê bi dehan qereqol ava kirin.
Li sêkoşeya sînor (Bakur, Başûr, Rojava) 3 qereqol hatin avakirin, her wiha liv û tevgera leşkerî û bicihkirina çekên giran li herêma Pêşxabûr hate dîtin.
Siyaseta ku PDK'ê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, eynî siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku di dîwar û xendeqan di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê lê dike.