PDK’ê hêzeke nû şand komelgeha Bakurman ya li bajarokê Dînartê yê ser bi Akrê. Hêz li wir hate bicihkirin û zextên li ser welatiyên herêmê jî hatin zêde kirin.
PDK roj bi roj hêzê dişîne Herêma Behdînanê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nava pêşmergeyan wergirtî, PDK´ê doh gelek çekdarên hêza Roj û Gulan şandiye komelgeha Bakurman ya ser bi bajarokê Dînartê ya li Akrê.
Li gorî agahiyan, hêzên ser bi PDK’ê zextan li cotyar û xelkê herêmê zêde kirine. PDK nahêle cotyar biçin ser karê xwe.
Hêjayî gotinê ye, PDK’ê di 24’ê Cotmehê de hêzek bi çekên giran şandibû herêmê. Ji wê rojê ve liv û tevgera li herêmê zêde bûye, balafirên şer ên artêşa Tirk jî her roj herêmê bombebaran dikin.
Dibe ku sedema girtina rojmavan Guhdar Zêbarî jî di çarçoveya van haziriyên xiyaneta li miletê Kurd be.

DIHOK