Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 72 roj in agahî nayê girtin. Tevî ku pêr dadwer ji bo hevdîtina parêzeran a li gel Silêman Ehmed ferman da, lê asayîşa PDK’ê ya Dohukê guh neda fermana dadwer û hevdîtin asteng kir. Heta niha zêdetirî 10 caran parêzeran xwestine li gel rojnamevan Silêman Ehmed hevdîtin bikin, lê her car bi behaneyek cûda û nêzîkbûneke xerab parêzer tên astengkirin.
Herî dawî pêr ango 2’yê Çileyê parêzer ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dohukê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dohukê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.
Li gorî yasayan, li her dera cîhanê her kesek bi her îdîayê were girtin jî, mafê wî/wê heye ku ji bo parastina xwe daxwaza parêzer bike. Lê PDK berovajî tevayî welatan tevdigere û xelkê ji vî mafê rewa bê par dihêle.
NAVENDA NÛÇEYAN