• Danişîna doza 4 aktivîst û rojnamevanên Behdînanê taloqî 20’ê Cotmehê hate kirin. Malbatan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê li ber derê Dadgeha Hewlêrê bimînin.

Doh dihat payîn ku li Dadgeha Hewlêrê 4 atkivîstên Behdînanê Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn bên dadgehkirin. Bes carek din danişîna doza 4 aktivîst û rojnamevanên Behdînanê hate taloqkirin. Malbatan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê li ber derê Dadgeha Hewlêrê bimînin.

Her wiha Kampanyaya Hevdengiyê ya bi Girtiyên Behdînanê re bang li muxalefetê, serokkomarê Iraqê, rêxistinên mafê mirovan û nûnertiyên konsolosên li herêmê kir da ku dijî binçavkirina girtiyên Behdînanê xwedî helwêst bin.

Danişîna doza 4 aktivîst û rojnamevanên Behdînanê doh jî pêk nehat û taloqî 20’ê Cotmehê kirin. Malbatan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê li ber derê Dadgeha Hewlêrê bimînin. Endamê Tîma Parêzerên aktivîst û rojnamevanên Behdînanê Beşdar Hesen ber derî daxuyaniyek da û got; “Sedema taloqkirina danişînê siyasî ye û dixwazin danişînê bixin piştî hilbijartinan.”

Heya doz nehê ronîkirin

Malbatên aktivîst û rojnamevanên Behdînanê ên ji aliyê PDK’ê ve têne girtin jî nerazîbûna xwe nîşan dan. Malbatan li ber derê Dadgeha Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê dan û gotin; “PDK li gel me şerê derûnî dike, emê li ber derê dadgehê bimînin û dest bi çalakiyê bikin.”

Li ser navê malbatên girtiyan Amed Silêman Kemal axivî. Kemal di axaftina xwe de got ku 14 roj in Desteya Dadwerî û Hikumeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayî şerê derûnî li gel wan dike.

Kemal di dewama axaftina xwe de dibêje; “Emê êdî li ber derê dadgehê bimînin û dest bi çalakiyê bikin. Heya doz nehê ronîkirin, emê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ger serokê herêmê û seroka parlamentoyê di xema xelkê de be, bila li şûna belavkirina xaniyan, di nava dadgehê de amade bin û rastiyan bibînin.”

Sedam jî ne bi vî rengî bû

Tengezar Eyub ku bi xwe birayê Bendewar Eyub ê niha girtiye, li berê dadgehê axivî. Tengezar got ku ev 14 mehe danişîna doza xizmên wan tê taloqkirin, Sedam Hisên jî bi wê dîktatoriya xwe bi vî awayî danişînan taloq nekir. Tengazer di dewama axaftina xwe de got; “Ev demek dirêje doz nehatiye zelalkirin, ev pêvajo gelek dirêj bû. Emê rojekê hemû ji Dihokê werin berderê dadgehê. Êdî bese, kêr gihişt hestî.”

Xizmek din ê girtiyan yê bi navê Şivan Hesen jî got; “Desthilat îro me di êşîne, emê jî sibe li ser sindoqan êşê bi wan bidin kêşandin.” Li ber derê dadgehê bê navber dirûşmeyên ‘Azadî Azadî’ hate qêrîn.
 
Li ber derê dadgehan çalakî

Kampanyaya Hevdengiyê ya bi Girtiyên Behdînanê re li ser asta navxweyî derve ji bo girtiyan çalakî lidarxistin. Endamê kampanyayê li ber derê dadgehên li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Silêmanî, Germiyan, Çemçemal, Koye û Helebceyê kom bûn û piştevaniya xwe ya ji bo Girtiyên Behdînanê anîn ziman.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Kampanyaya Hevdengiyê ya bi Girtiyên Behdînanê de hatî belavkirin hate gotin; “Rewşa tendirustiyê ya girtiyan gelek xirab e. Divê hemû xelkê Herêma Kurdistanê bizanin ku rojnamevanên Behdînanê ji bo ku daxwaza mafê me hemûyan kirine, niha dibin çavan dene.  Ji bo wê pêwîste he kes dengê xwe bilind bike û xwedî li girtiyan derkevin. Di van deman de ku hemû partî ji bo hilbijartinan daxwaza dengan dikin, carek din danişîna girtiyan hate taloqkirin. Bê yî ku rewşa girtiyan berçavan bigrin, danişînê paşxistin, ji ber ku rewşa hinek girtiyan gelek xirab e.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li aliyên di nava hikumetê de hate kirin da ku xwedî helwest bin û muxalefet jî bi hevre li ser vê mijarê xwedî helwest be. Bang li serokkomarê Iraqê jî hate kirin da ku xwedî helwest be.

Di dawiya daxuyaniyê jî de bang li hemû nûnertiyên konsolosên li Herêma Kurdistanê û rêxistinên mafê mirovan jî hate kirin da ku ji bo azadiya girtiyên Behdînanê zextê li desthilatdariyê bikin.

Zêdetirî saleke nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin. Li hinek ji wan hikum hatine birîn, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin nejî tên berdan. 

ROJNEWS/BEHDÎNAN