PDK sinorên ku li gorî lihevkirina di navbera PDK’ê û YNK’ê de hatibûn diyarkirin, derbas kiriye û li deverên dikevin sinorê YNK’ê de baregehan ava dike.
Piştî şerê navxweyî PDK’ê û YNK’ê sinorek di navbera xwe de diyar kirin. Li gorî lihevkirinê her du gundên Gerewan û Gerwê Spî yên girêdayî bajarokê Rewanduzê sînorê herî dawî yê PDK’ê ye. Lê niha PDK’ê sînor derbas kiriye û li Girê Simore û Girê Tuşreke yên dikevin bakur rojhilatê Rewanduzê baregehên leşkerî ava dike.
Pêr jî PDK’ê hêzek zêde bi çekên giran derbasî gundê Gerewan kiribû.
Her wiha roja 30-31’ê Cotmehê jî PDK’ê hêzên Zêrevanî û çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ li gel çekên giran derbasî Bêxme, Henare û Xelan ên nêzî Geliyê Elî Beg kiribû. Tê gotin ku PDK amadekariyan dike hêzek zêdetir li çiyayê Korek û çiyayê Gors bicih bike.
Gundê Gerewan navçeya Ranya û Rewanduzê bi hev ve girê dide. Bi kontrolkirina vê deverê re dikare çavdêriyê li ser Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karox bike ku wek deverên gerîla tên zanîn. Her wiha dikare çûnûhatina navbera Ranya û Rewanduzê bi temamî qût bike.
ROJNEWS/RAPERÎN