PDK kujeran diparêze

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 23:06

  • Hat zanîn ku hêzên taybet ên PDK’ê, Hêzên Zêrevanî kujerên şehîd Wezîr Teyib Sîteyî diparêzin û nahêlin bên dadgehkirin. Xizmên şehîd Wezîr Teyip Sîteyî dibêjin, heger kujer nikarin bên dadgehkirin, ew ê tola xwe bi xwe hilînin û li xwîna xwe nebihurin.

HISEYN ZAXOYÎ / DIHOK

Çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê 27’ê meha bihurî welatiyê ji gundê Sîtê yê ser bi Şêldizê, piştî nîvê şevê di kemînekê de Wezîr Teyib Sîteyî/Rêkanî şehîd kir. Li gorî nûçeya doh a Bwar newsê, di heman êrişê de du welatî jî hatin birîndarkirin. Li gorî nûçeyê, kujerê Wezîr Sîteyî yê di nava çeteyên Roj de tê nasîn, lê fermandariya hêzên Zêrevanî yên PDK’ê qebûl nakin wî radestî dadgeriyê bikin da ku ji ber şehîdkirina Wezîr Sîteyî bê dadgehkirin. 

Tevî ku heta niha çapemeniya Başûr bi ti awayî behsa şehîdkirina Wezîr Teyib Rêkanî nekir, niha Bwar News behsa êrişa çeteyên Roj dike. 

Çeteyên Roj ne hêzeke fermî ya li Başûr in û bi vî rengê xwe, hêzeke neqanûnî ye. PDK nebje ka wan ji bo çi bi kar tîne jî, li deverên li ser sînorên Herêmên Parastinê yên Medyayê, ev hêz li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine bicihkirin. 

Vê hêza çete, 27’ê Cotmehê, saet 01:30’î kemîn nêzî gomeke heywanan a li gundê Sîrê danî. Wezîr Teyib Rêkanî û du hevalên xwe gava nêzî goma heywanên xwe dibin, ev çete guleyan li wan direşînin. Piştre, Wezîr Teyib Sîteyî yê birîndar ji nêz ve tê şehîdkirin. Heta niha, li gorî agahiyên ber destê me, kesekî din bi şehîd Wezîr Teyib re bû, axbeta wî nediyar bû. Li gorî nûçeya doh a Bwar Newsê, du kes bi şehîd Wezîr Teyib Sîteyî re bûn û her du jî di êrişa çeteyan de birîndar bûne.

Hêzên Zêrevanî kujer teslîmî dadgehê nakin

Di nûçeya taybet a Bwar Newsê de em hîn dibin ku di navbera kes û karên şehîd Wezîr Teyib Sîteyî û rayedarên PDK’ê de ev demek e ku hevdîtin hebe, ji bo ku bepirsên şehîdkirina Sîteyî bên dadgehkirin. 

Kes û karên şehîd Wezîr Sîteyî her wiha gef xwarine, gotine, heger kujerê Sîteyî teslîmî dadgehê neyê kirin, ew ê êrişên tolhildanê bikin.

Wezîr Sîteyî bavê heft zarokan bû û ji endamên eşîra Rêkanî bû. Li ser helwêsta kes û karên wî, li gorî Bwar Newsê berpirsê Liqa 18’an a PDK’ê ya li Amêdiyê, Hizo Umer Ureyî çû serdana malbata Wezîr Teyib û ji wan re piştrast kir ku ew ê teqekeran û kujeran ceza bikin.

Bwar News disipêre çavkaniyên xwe û dibêje, kujerên şehîd Wezîr Teyib Sîteyî çeteyên Roj in. Bwar News îdîa dike ku ev çete niha li saziya îstxbarata Hêzên Zêrevanî ragirtî ne û qaşo ew kirine ber lêpirsînê. Biwar News disipêre çavkaniya xwe û wiha dewam dike: “Lê belê Hêzên Zêrevanî ne amade bûn ku ti pêşmergeyê [çeteyê Roj] ku gule li welatiyan reşandiye, bide dest dadgeriyê.”

Li xwîna xwe nabihurin!

Lê kes û karên şehîd Wezîr Sîteyî dibêjin, ew ê li xwîna xwe nebihurin. Yekî ji wan ji Bwar News re gotiye: “Me ji berpirsê liqa PDK’ê li Amêdiyê Umer Ureyî re got; heger sûcdar neyên cezakirin, em ê bi rêya eşîrî  tola xwe hilînin, em li xwîna xwe nabihurin. Lewma, ma bi çi heqî kesekî ji Rojavayê Kurdistanê bi navê pêşmergetiyê bê, û kurekî eşîra me li ser xaka wî şehîd bike?”

Meclîsa Ciwanên Şêladizê jî piştî şehîdkirina Wezîr Teyib Rêkanî daxuyanî dabû, nerazîbûna xwe îfade kiribû û gotibû, ew ê nehêlin ku kujer bê ceza bimînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.