- Di dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê de PDK hevkariyê dike. Ev hevkariya wê dagirkeriya bi armanca qirkirinê rewa dike. Eşkere bû ku veguhestina eskeran û cebilxaneyê li hin herêman ji Tîrmehê ve di qonaxeke nû de gav bi gav û bi lez tê kirin.
Dewleta Tirk a qirker û înkarker, êrişa xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku Kanûna 2017’an dest pê kir li Heftanînê dewam dike û ji bo Metîna jî amadekariyan dike. Xuya ye ku PDK jî bi rengekî koordîneyî heman amadekariyê dike. PDK’ê bi êrişa li ser Heftanînê re dest bi bicihbûna li herêmên nû û zêdekirina hêzên xwe kir. Di heman demê de li gel amadekariyên leşkerî yên dema dawî operasyona siyasî û propaganda qirêj jî ji bo amadekirina zemîneke êrişa gengaz bi kar tîne.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê ji çavkaniyên li herêmê wergirt; bi êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li ser Heftanînê re Hêzên Muhafizên Sînor ên Iraqê û hêzên PDK’ê jî li başûrê Heftenînê dest bi bicihbûna li rêzegirên Kêre kirin. Her çend ev hêz îdîa dikin ku ji bo pêşî li êrişên artêşa Tirk bigirin li nuqteyên navborî bi cih bûne, armanca xwe tengavkirina qad, liv û tevgera gerîla ye. Dema ku artêşa Tirk dest bi şewitandina gundan kir, hêzên navborî dest lê wernedan, xwe vekişandin û li taldeyekê lê temaşe kirin.
Meha Tîrmehê dest pê kirin
Piştî êrişa li ser Heftanînê pêşbîniya êrişa dagirkeriyê li Metînayê jî dihat kirin û li gorî vê li qadên Banka (Serê Metîna), Erizê û Bamernê yên li xeta başûr, her wiha il gundê Şirtê hêzên Zerevanî yên PDK’ê hatin bicihkirin. Hêzên Zerevanî di Tîrmeha 2020’î de li gundên Banka û Erizê hatin bicihkirin. Li gorî agahiyan, hêzên Zerevanî yên li herêmê hatine bicihkirin bi serkêşiya Ezîz Weysî ne û ev hêzên navborî li qada gundê Banî ya Duhokê li gorî şert û mercên çiyê 6 mehan hatine perwerdekirin.
Dixwazin qadên gerîla ji hev qut bikin
Hêzên Lîwa 4 a PDK’ê meha Tebaxa 2020’î li herêma Metînayê li Girê Ortê (Gavnerkê-Kanîmasî), li Girê Barê yê li qada gundê Sefarya û li nuqteyeke gundê Cidîdkê bi giştî li sê nuqteyên cuda hatin bicihkirin. Ev herêmên ku lê bi cih bûn li qada navîn a herêma Metîna ne, rêgeha navendî ye û eşkere ye ku dixwazin qadên gerîla yên li vê herêmê ji hev qut bikin. Niha jî biryar hatiye dayin ku ev hêza hevpar bê vekişandin û tenê hêzên ser bi PDK’ê lê bên bicihkirin.
Zemîn ji bo şer amade dikin
Her wiha dema dawî amadekarî têne kirin ku hêzên ser bi PDK’ê li herêmên Heftanîn û Metînayê bên bicihkirin. Berpirsiyarên van hêzan jî di nav de heyetekê li vê herêmê civîn li dar xist û herêm keşif kir. Berpirsyarê Hêzên PDK’ê yên Duhokê Şêx Elo, Serbest Lezgîn, berpirsiyarê îstîxbarata leşkerî ya giştî ya PDK’ê Brûsk û serkêşê hêzên Zerevanî Ezîz Weysî cihê xwe di heyetê de girtin. Heyetê 15’ê Cotmehê li Behdînanê civîn li dar xist û li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hin biryar girt. Piştî karê vê heyetê yê li nehiya Batûfayê, hate îdîakirin ku ‘gerîla wê êrişî pêşmergeyan bikin’ û ferman ji pêşmergeyan re hate dayin ku ‘ji ber vê yekê amade bin’. Piştî serdan û karê heyetê yê li qadên navçeya Akrê, çekdarên Roj û Leşkerên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî ber bi herêmên gerîla ve hatin şandin.
Nuqteyên nû datînin
Berpirsyarê hêzên PDK’ê yê Duhokê Şêx Elo di navbera 25-27’ê Cotmehê de çûye navçeya Zaxo û nehiya Batûfayê, 4 nuqteyên nû yên li Heftanînê ku hêzên PDK’ê lê bi cih bibin diyar kiriye. Hate ragihandin ku li qada Boselê 2 û li qada Derkara Ecemê jî 2 bi giştî li rêzegirên Kêre 4 nuqte hatine diyarkirin. Li gorî agahiyan, dema bê wê li qadên Heftanîn û Metînayê hêzên li vê herêmê bên zêdekirin.
Mirovan dixin zindanan
PDK’ê rojên dawî 10 Kurd destgîr kir. Îdîa kir ku van kesan amadekariya çalakiyê dikirin û bi vî rengî dixwaze vê amadekariyê û provokasyona gengaz rewa bike. Bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re binixumîne û raya giştî bixapîne.
NAVENDA NÛÇEYAN