Ji bo 7 gerîlayên ku PDK’ê di kemînê de ew şehîd kirin, ciwanên Kurd li li Parîs û Marsîlyayê daketin meydanan. 

Li banliyoyeya Drancy a paytexta Fransayê Parîsê, çalakgerên TCŞ û TÊKO-JIN’ê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê de’ ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo rûreşkirina PDK´ê ji ber şehîdkirina 7 gerîlan, meşek li dar xistin.

Meşvan li pêşiya gara trênê ya Drancyê hatin ba hev û bi pankartên ‘DAIŞ=Erdogan’ û ‘Tolhildan’ û bi flamayên TCŞ û TÊKO-JIN’ê ber bi

Stasyona Bobignyê ve meşiyan.

Wan sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’, ‘Erdoganê qatil û dîktatorî’,  ‘Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî’ û ‘Bimire xiyanet’ gotin.

Ji bo 7 gerîlayên HPG´ê yên ku PDK’ê ew di kemînê de şehîd kirin jî li Marsîlyayê mîtîngeke protestoyî hate lidarxistin.
Li ser banga TCŞ’ê Kurd û dostên wan li Meydana Canabiereyê hatin ba hev û bang li PDK’ê kirin da ku dev ji xeta xwe ya xiyanetê berde.

Di mîtîngê de sloganên ‘Li hemberî vê qetlîamê em ê bêdeng nemînin’, ‘Erdoganê qatil’ hatin gotin û pankartên li ser nivîsandî ‘Azadî ji Rêber Apo re’, ‘Kurd tên kuştin, Ewrûpa bêdeng nemîne’ hatin hildan.

Di mîtîngê de hevserokê NCDK’ê Erhan Tarhan axivî.

PARÎS