PDK ji Tirkan re rê çêdike

Sêşem 7 Mijdar 2023 - 00:12

  • Hat zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê hewl dide ber bi çeperên gerîla ve rê çêke û dixwaze bi kepçeyan çeperên gerîla hilweşîne. 

SERHAT ARARAT / ANF / BEHDÎNAN

Dewleta Tirk a dagirker, ev 2 sal in, bê navber êrişî Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dike. Hêzên dewleta Tirk di werza zivistana bihurî de, ji bo ku zêdetir derbê li hemberî gerîla nexwin, neçar mabûn ku xwe ji deverê vekişînin. Dagirkeran ji bo ku li vê qadê bimînin, careke din alîkarî ji PDK’ê xwest. Ev demeke dirêj e, PDK eşkere piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Dewleta Tirk dixwaze bi alîkariya PDK’ê baregehên leşkerî yên nû ava bike. Artêşa Tirk bi alîkariya PDK’ê bi taybetî hewl dide ber bi çeperên gerîla ve rê çêke. Li gorî agahiyan, kepçe anîne û dixwazin çeperên gerîla hilweşînin. Dîmenên ku ji deverê hatine, xebatên çêkirina rê ya ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve û hevkariya sûc a PDK’ê careke din raber kirin. Perdeyên ku artêşa Tirk ji bo parastina ji çalakiyên gerîlayan danîne jî, balê dikişînin.

PDK rê li ber dagirkeriyê xweş dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, Mûrat Karayilan têkildarî xiyaneta PDK’ê gotibû, “Dijmin di esas de xitimiye. Em vê yekê gelek caran dibêjin, lê xitimiye. Ew ne dikare kontrolê pêk bîne û ne jî vedikişe. Par ji hin herêmên weke Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Pîrdogan vekişiyabûn. Îsal dîsa xwest were vir û dagir bike, lê vê carê xwe spart PDK’ê. Bi piştgiriya PDK’ê dixwazin cihên ku par nekarîn dagir bikin û ji destê me bigirin, dagir bikin. Her wiha li Metîna - mînak hêzên PDK’ê par li çiyayekî ku em jê re dibêjin Girê Ortê li pişt Kanîmasiyê bi cih bûne. Hevrêyên me li vir bûn; Me got xwe tevlî wan nekin û em ji wir vekişîn. Ji xwe çiya dirêj e, dikarin li aliyekî bi cih bibin, me got pirsgirêk nîne. Lê îsal dijmin bi helîkopterên xwe hatin û 100 metre nêzî wan leşker danîn. Yanî di bin parastinê de dadikeve jêr û ji wir dadikeve eraziyê. Çend roj berê di çapemeniyê de derketibû; ew leşkerên ku li ber baregeha PDK’ê xuya dikirin, ji hewayê daketin. Bi pêşengiya PDK’ê li herêma bi navê Çarçêl meşiyan û Sêgir girtin. Yanî dixwaze hesasiyetên me bi kar bîne, jê sûdê wergire û xwe bispêre PDK’ê, dagir bike û bi cih bibe. Pozîsyona dewleta Tirk ev e. Ger ew bi hêz bûya, wê dê ev yek nekira. Ew qelsiya wan e. Bi vê yekê re rasterast dixwazin şerê Kurd-Kurd bidin destpêkirin. Jixwe şer heye. Bila rayagiştî şirove bike ka ev tê çi wateyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.