Hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK`ê, li Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kirine û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye. Çavkanî diyar dikin ku rê bi mebesta hêsankarî ji bo artêşa Tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.
Heman çavkaniyan diyar kir ku ne tenê li Elkîşkê li deverên din ên Metînayê jî PDK rê ji artêşa Tirk re vedike û ji bo vê jî gelek wesayîtên çêkirina rê li herêmê dixebitin. Çavkaniyan her wiha da zanîn ku hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû ku weke bendên kontrolê jî bi kar tînin çêkirine. Li gorî vê agahiyê, baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin. Ji derveyî Elkîşkê baregehek jî li navbera gundê Qumriyê û Edinê de hatiye danîn. Heman çavkaniyê da zanîn ku li sêgoşeya gundê Binavê jî baregehek hatiye çêkirin.
ROJNEWS/DIHOK