PDK ji bo cenazeyan şantajê dike
Sêşem 9 Mijdar 2021 - 22:34
- Çalakvanên li dergehê Sêmalkayê dibêjin, çalakiya wan îradeya şêniyên Rojava îsbat dike, û ne ji mafê PDK`ê ye ku cenazeyên şehîdên Kurdistanê li gel xwe bigire û nede malbatên wan.
SOLÎN EHMÊ / ANHA/QAMIŞLO
Çalakvanên li dergehê Sêmalkayê dibêjin, çalakiya wan îradeya şêniyên Rojava îsbat dike, û ne ji mafê PDK`ê ye ku cenazeyên şehîdên Kurdistanê li gel xwe bigire û nede malbatên wan.
Ji beriya 35 rojan ve li ser çemê Dîcle yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Çalakvan xiyaneta PDK’ê şermezar dikin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan dikin.
Şêniyên gund û bajarên herêma Cizîrê, malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, nûnerên saziyên civakî, hiqûqî, olî, siyasî, sivîl û jin, endamên Konfederasyona Birîndarên Şer berê xwe didin dergehê Sêmalkayê û tev li çalakiya konvedanê dibin.
Hêzên PDK’ê di 28-29`ê Tebaxa bihurî de li herêma Xelîfanê kemînek li ber 7 gerîlayên azadiya Kurdistanê vedabû. Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), di kemînê de 5 gerîla şehîd bûbûn.
Tevî bangewaziyên aliyan, PDK cenazeyên şehîdan nade malabatên wan, û her wiha hevkariya bi artêşa Tirk re di qirkirina gelê Kurd de jî didomîne.
Dayikên aştiyê du caran berê xwe dan dergeha Pêşxabûr ê sînor -navê dergeh li aliyê li hemberî Sêmalkayê- da ku nameya xwe radestî rêveberiya dergehê bikin da ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî radestî malbata wan bike. Lê rêveberiya PDK`ê nameya dayikan red kir û got, ew ê xwestekên dayikan pêk neyîne, heta ku çalakiya konvedanê bi dawî nekin.
Çalakvan û dayikên aştiyê ev daxwaza PDK`ê red kir û piştrast kir ku PDK hewl dide îradeya wan bişikîne û ji daxwazên çalakiyê dûr bixe. Wan her wiha destnîşan kir ku ew dê çalakiya konvedanê dewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan wergirin.