PDK ji bo avakirina hikûmetê çû Bexdayê

Duşem 20 Hezîran 2022 - 21:45

  • Piştî ku Tevgera Sedr xwe ji pêvajoya siyasî ya avakirina hikûmetê û hevpeyamana sêalî vekişand, PDK´ê berê xwe da Bexdayê.

Piştî ku Tevgera Sedr xwe ji pêvajoya siyasî ya avakirina hikûmetê û hevpeyamana sêalî vekişand, PDK´ê berê xwe da Bexdayê. Tê payîn şandeke PDK’ê ji bo danûstandinên hikûmeta nû ya Iraqê biçe Bexdayê.

Di 4’ê Hezîranê de Rêberê Tevgera Sedr ji parlamenterên xwe xwest ku îstifa bikin, serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî îstîfaya komî ya parlamenterên Tevgera Sedr pejirand û îmze kir. Herwiha hevpeyaman di navbera Sedir, Sunî û PDK’ê de jî hilweşiya.

Ji ber vê PDK’ê kete nava liv û tevgerê. Niha Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan hewl dide ku hikûmetê ava bike.

Li gorî medya PDK’ê bi femana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, bi armanca danûstandinên ji bo hikûmeta nû ya Iraqê, lijneyek hatiye avakirin.

Di lijneya bi serokatiya Fuad Hisên de Şaxewan Ebdula û Bengîn Rêkanî jî cihê xwe digrin.

Çav li rê bû şandeya PDK’ê doh dest bi hevdîtinên xwe yên bi aliyên siyasî yên Iraqê ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê bicive.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.