Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî ragihand ku Emerîka û Fransayê der barê liv û tevgera hêzên PDK’ê yên li herêma Mexmûrê PDK hişyar kirine.
Di nava çend rojên dawî de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li herêmên Kendîna, Giwêr û Sergeran a Mexmûrê çeteyên Roj, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Leşkerên Gulan û leşkerên taybet xistiye nava liv û tevgerê û çekên giran bi cih dike.
Li gorî agahiyên Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî dane Rojnews’ê, heta derengiya şeva borî, ji Hewlêrê ber bi van herêman ve sewqiyata hêzên PDK’ê dewam dikir, lê li beramber vê li Mexmûrê ti liv û tevgera hêzên Iraqê û Heşdî Şebî çênebûye.
Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî ragihand ku Emerîka û Fransayê der barê liv û tevgera hêzên PDK’ê yên li herêma Mexmûrê de PDK hişyar kirine.
Fermandarê Eniya Giwêr-Mexmûr yê Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî, ji medya PDK’ê re ragihandiye ku pêşmergeyan çend çeperên nû û xaniyên nû ji ber sermayê ava kirine, tenê ev liv û tevger cihguhertina hêzan bû.
Lê, Reşad Gelalî eşkere kir ku ev daxuyaniya Sîrwan Barzanî piştî hişyarkirina Fransa û Emerîka tê ku ji PDK’ê re ragihandine wan hêzan vekişîne, herwiha ji bo kontrolkirina herêma Kendîna ku bi seden bîrên neftê lê ne û di bin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye, lempa kesk ji Iraqê re pê nexistine.
Li Bexdayê asê bûne
Reşad Gelalî têkildarî armanca PDK’ê got; “Her cara ku PDK bixwaze guftûgoya li gel Bexda bi ser nekeve astengiyan çêdike, ev gava niha jî ji bo ji guftûoyên şandeya Kurd û Iraqê aloz bike çêdike. Ji ber ku PDK naxwaze dosya neftê û gaza Herêma Kurdistanê bikeve jêr çengê hikûmeta navendî.”
Endamê Polîtburoya PDK’ê Roj Nurî Şaweyiş li ser mijarê got; “Ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê hewldanek mezin heye. Iraq daxwaza koletiyê ji me dike.”
Piştî ku şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê vegeriya û li gel serokatiya Herêma Kurdistanê civiya, Roj Nûrî ev axaftin kir. Şandeyê ragihandîbû ku li ser bingehê destûrê ji bo gihîştina lihevkirinê guftûgoyên wan wê berdewam bike. Biryar e ku hefteya bê ji bo berdewamkirina hevdîtina şandeya Herêma Kurdistanê dubare biçe Bexdayê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ