- Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê bi dehan wesayitên zirxî, doh serê sibehê ji bo operasyonê çûne Heftenînê.
Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê bi dehan wesayitên zirxî, doh serê sibehê ji bo operasyonê çûne Heftenînê.
Hêzên PDK'ê yên gihîştin gundê Banikê yê herêma Heftenînê û hewl didin li deverê bi cih bibin.
Li gorî agahiyan, hêzên PDK'ê yên ku dixwazin deverê kontrol bikin, dixwazin li Banikê, Pirbila û herêmên derdorê belav bibin.
Balkêş e ku cihê hêzên PDK'ê dixwaze lê bi cih bibe, ew herêm inku hêzên gerîla çalakiyên bi bandor li dijî dewleta Tirk a dagirker dikin.
Tê gotin, PDK bi vê hewldanê dixwaze pêşî li hêzên gerîla bigire.
Liv û tevgera PDK'ê ya li Heftenînê dewam dike.
BEHDÎNAN