PDK hevkarê kîmyabaranê ye

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:46

  • Derket holê ku li Behdînanê ji ber kîmyabarana dewleta Tirk a dagirker herî kêm 548 welatî hatine dermankirin. PDK´ê welatî birine nexweşxaneyên eskerî yên seyar ên li baregehên eskerî û dane ber destê pisporên dewleta Tirk.

Li gorî analîza Erdogan Altan a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de di nava mehekê de li Behdînanê 548 kes bi gilî û gazinên cuda çûne nexweşxaneyan. Ev jî delîleke din a wê yekê ye ku dewleta Tirk gazên kîmyewî û jehrî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne.  

Dewleta Tirk pêleke nû ya êrişan li dijî Başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkeiryê 23’ê Nîsanê dabû destpêkirin.

Di êrişên hewayî yên 3 mehên dawîn de dîmenan gelek caran eşkere nîşan dida ku dewleta Tirk gazên kîmyewî bi kar tîne. Jixwe HPG´ê gelek caran daxuyanî da ku tevî tevdîran jî gelek gerîlayên Kurdistanê ji ber êrişên bi gazên kîmyewî şehîd bûne. 

Li gorî nûçeya Erdogan Altan, gundiyên deverê rexmî bombardûmana zêde jî gundên xwe naterikîninç û gazên kîmyewî tesîrê li wan jî dikin. Hat zanîn ku rayedarên ji Tirkiyeyê çûne Başûrê Kurdistanê, bi rayedarên Polîtburoya PDK´ê re bi keyayan re hevdîtin kirine. Ji keyayan xwestine ku derbarê liv û tevgera PKK’ê de agahiyê bidin wan û gef li wan xwarine da ku derbarê bikaranîna gazên bijehr de agahiyê nedin. 
 
Kîmyabaranê 548 kes 
nexweş kirin 

Li gorî agahiyên ku Erdogan Altan ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, di nav mehekê de ji Kanîmasî û derdora wê û li herêma Behdînanê 548 kesan bi gilî û gazinên weke sorbûna zêde ya çavan, şolîbûna roniya çavan, serêşa ji nişkê ve, xwînbûna poz, bêhn çikiyan, sorbûn û pelqokên di laşê xwe de çûne nexweşxaneyên Dihok û derdora wê. 

Gelo şopên 
sûcên xwe jê dibe?

Kesên bi van gilî û gazinan diçin nexweşxaneyan, diçin ber destê tîmên ”Meseya Qrîzê” yên PDK’ê wan dibin nexweşxaneyên seyar yên li Baregeha Leşkerî ya Bamernê û veşartî tên girtin. Li gorî heman çavkaniyan, mexdûrên kîmyabaranê gava dipirsin, ”Em çima tên vir?”, rayedarên PDK’ê wiha li wan vedigerînin: ”Li herêmê asteke dijwartir a vîrûsa koronayê belav dibe. Ji ber vê jî ji Tirkiyeyê tîmên tenduristiyê yên di vê mijarê de pispor hatine û em ê we nîşanî wan bidin.”

Tevî ku çavkanî behsa wê nakin û Erdogan Altan jî behs nake. Mirov bivênevê ji xwe dipirse, çima welatiyên Behdînanê yên ku bûne mexdûrên kîmyabarana dewleta Tirk diçine ber destê ”pisporên dewleta Tirk”. Hincet dermankirin be jî dewleta Tirk ti qenciyê bi Kurdan nake. Gumanke jî dibe ew ku dewleta Tirk li van baregehên eskerî bi tîmên xwe yên pispor şopên sûcê xwe yê kîmyabaranê jê bibe.   

Kîmyabaranê dike 
û qaşo derman dike 

Xelkê deverê û xasma mexdûr nerazî ne ji rewşê. Li gorî çavkaniyên Erdogan Altan ew dibêjin, ”Hem jehrê dibarîne hem jî derman dike. Di hemû bombardûmanên mehên dawîn de gazên bijehr ên kîmyewî tên bikaranîn û ji bo veşartina vê rewşê jî wan dibin nexweşxaneyên seyar ên li baregehên eskerî.” 
 
HPG´ê berê ragihandibû 

Hêzên Parastina Gel (HPG), di daxuyaniya xwe ya 9’ê Cotmehê ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê de ragihandibû ku li Herêma Werxelê Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîne. HPG’ê ragihandibû ku 8’ê Cotmehê dewleta Tirk li dijî herêmê çekên kîmyewî bi kar anîne û 5 gerîlayên Kurdistanê şehîd bûne. 

HPG´ê gotibû, dewleta Tirk 5’ê Cotmehê herêma Berwarî Bala 5 caran bi gaza bijehr bombardûman kiriye û di vê êrişê de 3 kes birîndar bûne, birînên di organên kesên birîndar de, bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.