Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên PDK'ê ji sêgoşeya herêmên Hecî Umran, Çoman û Begova, Batûfa û Brîfka derbas bûne û derbasî Kanîmasî bûne.
PDK, li gel hişyariyan jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldanên xwe yên provokasyonê dewam dike. Ji meha Cotmehê ve hêzên leşkerî li qadên gerîla vediguhezîne û nuqteyên leşkerî ava dike.
PDK'ê bi konvoyeke ji 300 kesî, 56 wesayitên zirxî ku tank, top û çekên giran tê de hebû, hêzên xwe li navbera Çoman û Hecî Umranê bi cih kir.
Li gorî agahiyan, hêzên PDK'ê doh ji sêgoşeya herêmên Hecî Umran, Çoman û Begova, Batûfa û Brîfka derbas bûne û derbasî Kanîmasî bûne û li gundê Qumriyê bendeke nû ya kontrolê ava kiriye. Bi vî awayî di van 3 rojan de 3 xalên kontrolê li herêma Metîna hatine bicihkirin. Hêzên PDKê piştî Kanîmasî berê xwe dane deriyê Serzêrê. Di nava şandeya PDKê de fermandeyê Duhokê kesê bi navê Şêx Elo û cîgirê wezareta pêşmerge Serbest Lezgîn cih digrin.
Tevî ku gerîlayên HPG'ê bi hêzên PDK'ê re axivîne û hişyar kirine, liv û tevgera li herêmê dewam dike. Ev tevger weke amadekariyên êrişeke artêşa Tirk têne dîtin.
ANF/BEHDÎNAN