PDK gora xwe dikole

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 00:39

Siyasetmedar û rojnamevan têkildarî xiyaneta malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re axivîn û nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan. Rojnamevanê Misrî Elhamî El-Milêcî diyar kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, rûmeta gelê Kurd difiroşe û got:“Ji bo piştgiriya rejîma Tirkiyeyê bikin, mafên Kurdan tune dihesibîne û azadî û rûmeta gelê Kurd binpê dike û difiroşe.” Lêkolînerê Siyasî yê Navenda Kurdî ya Lêkolînên Siyasî Tariq Hamo jî ragihand ku dewleta Tirk armanc dike bi tasfiyekirina PKK’ê re hemû Başûrê Kurdistanê jî dagir bike û PDK jî kiriye amûreke kiryarên xwe yên qirêj û got:“PDK gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku Erdogan PDK’ê weke xulaman dibîne, ne weke hevkar. Malbata Barzanî tenê bûye amûreke ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bikaranîn, ev malbat bi vî awayî gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku planên Erdogan û netewperestên Tirk ew e ku hemû hêzên Kurd ên li welêt, PDK jî di nav de, tune bikin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.