PDK êrişê înkar nake

Pêncşem 31 Adar 2022 - 22:15

  • Bi salan e ku PDK hêzên xwe yên taybet ên girêdayî malbata Barzanî, ji bo şerê li dijî PKK´ê amade dike. Ev hêzên xwefirotî û hin çete ne. Pêşmerge bi xwe cih nagirin, helwêsteke niştimanî nîşan didin.

KAWA TOLHILDAN*

Tevgera eskerî ya PDK´ê li herêmên gerîlayên Kurdistanê û li herêmên hawîrdorê, û hin agahiyên ji nava PDK´ê kiribûn ku KCK bi daxuyaniyekê PDK´ê hişyar bike, da ku tevlî dagirkeriya muhtemel a 15´ê Nîsanê nebe. Ev ne tenê hizra HPG’ê ye, hizra xelkê heremê bi giştî ev e. Gelek nîşaneyên ku di pêvajoya derbas bûyî de eşkere bûn, tevgera PDK´ê ya li herêmên gerîla, piştrast dike. Jixwe, ev ne tevgereke nû ye. Heger em lê binihêrin ji Zînê Wertê ve ev yek ket piratîkê û heta roja îro dewam dike. Bi taybetî par û nexasim jî tevgera 5’ê Hezîranê ya li herema Metînayê, planeke eşkere ya êrişkariyê ye, bi vê pîlangeriyê hew didin hêzên gerîla bikişînin nava şer. PDK ji par ve bi dewleta Tirk re provokasyonan amade dike û dixe piratîkê. Heta vê gavê, gelek şervan û ewladên gelê Kurd bi destê PDK hatin şehîdkirin. Ti sedema vê yeke nîne. Tenê ew şervan bi erka xwe ya parastina xaka Başurê Kurdistanê radibin û PDK vê yekê li dijî hevkariya xwe a bi faşîzma Tirk re dibîne. Heta niha çi bersiv derbarê bûyerên li Xelîfanê de nedaye.

Parprojeya dewleta Tirk a ji bo Başûrê Kurdistanê têk çû. PDK jî par xwedî proje bû, lê nekarî li gorî pîlanên xwe pêk bîne. Jixwe, hevdîtinên di navbera rayadarên dewleta Tirk û PDK´ê de derbarê nirxandina vê tekçûnê û dewamkirina pîlana dagirkeriyê di sala 2022’yan de bûn. Heta vê gavê dewleta Tirk ti gav neavêtiye. Xuya ye îsal despêkirina vê pîlanê bi PDK´ê pêk tê. Gavên pratîkê li heremê PDK´ê avêtin. Despêka Adarê, li Heftenînê dest pê kir û niha li Metîna bi awayekî berferehtir dewam dike. Bi rastî gelek agahî tên derbarê tevgera PDK´ê de lê ne rast e mirov hemûyan eşkere bike. Bêguman agahiyên berferehtir û piştrastir digihîjin hêzên gerîla. Naveroka van agahiyan bi giştî ew e ku PDK wê bi tevgereke mezin rabe û hewl bide gerîla bikişîne nav şerekî. Hewildana wan ew e ku vê senaryoyê bi lez pêk bînin û rê li hatina dewleta Tirk vekin. Jixwe, di rojên borî de li xeta Qaşûra ya Metîna tevgera wan hat dîtin. 

Di salekê de 50 baregeh û kelehqol

Herema behsa wê tê kirin, bi navê din Berwarî Bala ye. Li vir, ji mêj ve li Kanî Masî dewleta Tirk xwedî baregeh e û hêzekê wê heye.

Wekî din li aliyê sînorê bi Bakurê Kurdistanê re hin baregehên wan hene. Li aliyê PDK´ê heta par hebûna wan li heremê gelekî lawaz bû, heta mirov bibêje, nedihat dîtin. Lê piştî ku dewleta Tirk dest bi operasyona xwe ya dagirkeriyê kir, PDK di kêmî salekî de zêdetirî 50 baregeh, kelehqol û xal avakirin. Pirraniya van baregehan li nêzî yann jî li heremên  gerîla ne. Bi taybetî Girê Navîn (Tepê Ortê), Serê Metîna, Xeta Qaşûra, Çarçêl û Hekarî. Di gelek dîmenan de jî hat dîtin ku bi zimanekî êrişkar û ne exlaqî nêzî hêzên gerîla bûn. Zêdetirî 25 salan, ev herem nedihat bîra PDK´ê, lê çawa dewleta Tirk cidî tebgav bû, PDK bi erkê xwe yê xulamtiyê rabû û insanên xwe - baş û nebaş - rêkirin van herêman. Dema ku PDK´ê hêzên xwe rêkirin li heremê berxwedaneke mezin bi pêşengtiya berxwedana Zendûra hebû. Vê tevgerê, zerareke mezin da tekoşîna li dijî dagirkeriyê. Jixwe, di encamê de hêzên gerîla neçar man terz û taktîkên xwe biguherin. Di encamê de ev yek bû sedem ku li Zendûra, berxwedêrên wî girî şehîd bibin. Bi kurtî zerara ku PDK´ê da hêzên gerîla gelekî mezin e. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje zanebûna gerîla, pêşî li şerekî felaket girt.

PDK êrişê red nake

Êdî pêkanîna van êrişan hatiye piştrast kirin, lê bi çi rengî û bi çi amadekariyê ev ê pêk bên, elaqedarî rewşa heremê a rojane ye. Li gorî agahiyan, tê îdîakirin ku 15’ê Nîsanê wê êrişek li dijî van hereman pêk were. Dibe ku êriş beriya wê yan jî pişt wê rojê bi çend rojan dest pê bikin. Hevkarî û pîlanek li holê heye. Mixabin hin gotinên ne cidî yên PDK´ê belav bûn. Dibêje, “Ka em ê binihêrin êriş wê çêbibe yan na”, ango têne pêkanîna êrişê di roja 15’ê Nîsanê red dikin, lê bi giştî ev êriş nayê redkirin. Ev gotinên wan jî îsbat dikin ku êrişek heye û PDK bi xwe jî nikare red bike.

Pêşmerge êriş nake çete wê êriş bikin

Hêzên Pêşmerge ne alîgir in ku şerek biqewime û beşdarbûna şerî jî red dikin. PDK wê nikaribe hêzên pêşmerge bixe nava vî şerî. Ji ber wê hêzên xwe yên taybet -weke Zêrevanî-, saziya Parastinê û çeteyên Roj beşdarî rewşên wisa dike. Bi salan e ku PDK hêzên xwe yên taybet ên girêdayî malbata Barzanî, ji bo şerê li dijî PKK´ê amade dike. Ji ber wê, hêzên ku beşdarî vê tevgerê dibin, hêzên xwefirotî û hin çete ne. Pêşmerge bi xwe cih nagirin, helwêsteke niştimanî nîşan didin. Jixwe, par gelek pêşmergeyan ji bo ku nebin amûrê PDK’ê dev ji çekên xwe berda.

Xelk li dijî dagirkeriyê ye

Her çiqasî par êriş çêbûn û gund hatin bûn hedef û welatî şehîd jî bûn, dilsoziya xelkê heremê bi axa xwe re zêde ye. Ti kes li van herêman ji êrişên dewleta Tirk û tevgera PDK´ê ne razî ye. Zexteke mezin li ser gel heye. Mirov nikarin ji malbata xwe re hinek erzaqên zêde bînin, li ser her tiştî kontrol heye û jiyan hatiye fetisandin. Li kêleka wê, PDK sîxurên xwe bi rêxistin dike û bi vî awayî agahiyan digire. 

Vê dawiyê, li seranserê heremên Behdînanê bûyereke nû bi pêş ket. Bi sedan kesî kaxezek dan îmze kirin. Di vê kaxezê de dinivîse, bi çi awayî dibe bila bibe hûn ê bi PKK´ê re têkiliyê û danustandinan nekin. Xelkê heremê di bin gef û zextan de ev kaxez îmze kir, lê PDK jî dizane ku peywendiya xelkê heremê li gel gerîlayan nayê qutkirin. Xelk hêzên Gerîla weke hêzên berxwedêr dibîne û hêviyan jê dike.

Vê zexta PDK´ê zerareke mezin daye çandiniya li heremê. Bi çi awayî destûrê nadin ku pêwîstiyên çandiniyê bikevin heremê. Gelek bax û baxçe ji ber vê yekê berheman nadin. Heman demê êrişên rojane yên topxane û firokeyên dewleta Tirk li ser gundên heremê. PDK xwe li van êrişan bêdeng kiriye bûye sedem bi dehan baxçe bişewitin û bibin xwelî. 

Her çiqasî zanebûn û xwendina vê pîlanê lawaz be jî, helwêsteke gel bi taybetî li hemberî êrişên dagirkeriyê gelek zêde ye û rexneyên wan li PDK´ê jî her hene. Lê siyaseta PDK´ê ya li dijî vê ya gefxwarinê ye bi girtin û zindanîkirinê. Hevbeşiya dewleta Tirk û PDK´ê ya vê pîlanê di hemû waran de diyar e.

Gerîla amade ye

Di encama êrişên 2021’ê de bi hemû derfetên teknîkê jî dewleta Tirk li xeta Qaşûra fetisî. Ne bi pêş ve çû û ne jî karî xwe ji çalakiyên gerîla biparêze. Vî şerî îsbat kir ku li dijî îradeya gerîla çi teknîk û çek bi sernakeve. 

Îsal dewleta Tirk wê hewl bide pîlana par dewam bike û van herêman dagir bike. Ev yek wê bi hevsengî bi PDK re pêk were. Hin deveran Artêşa Tirk û hin deverên din hêzên PDK wê bigirin. Gerîla ji şerê par xwedî tecrûbeyeke mezin e. Xwediyê vê bejahiyê û yê ku kevir bi kevir nas dike, gerîla ye. Erê amadekariyên projeya dagirkeriyê zêde bin jî, hêzên Gerîla xwe bi pêş xistine û ji bo şer xwe amade kirine. Heta, vê buharê, li xeta Qaşûra gerîla çend çalakî kirin û ev jî asta angaşta gerîla dide diyarkirin.

* Rojnamevan ji Behdînanê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.