Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê rewşa ser dişopîne bal bire ser rola PDK’ê û wiha got;“Bi alîkariya PDK’ê bi taybetî hewl dida li Kurêjaro, rojhilatê Zapê, li ser xeta Avaşîn û cihên li ser sînor bi cih bibe. Niha qasî ku em dizanin ji bakurê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê ji sînorên siyasî yên Tirkiyeyê heta sînorên siyasî yên Iraqê 3 rêyên nû çêkirine. Ji bilî van rêyan PDK’ê jî ji bo van rêyan bi hev ve girê bide li ser xeta Metîna xebateke rê kiribû. Ev jî weke xizmeta ji gundan re nîşan dabû. Lê ev ne rast e. PDK di nav xebata hevkariya êrişan de ye.”
Stratejiya wan têk çû
Koyluoglû yê got “Mantiq û şeklê tevgerên li başûrê Kurdistanê hate guherîn” wiha dewam kir: “Niha hin qadên ku li herêmê ketinê hene lê nikarin bimînin. Ji ber ku dema dimînin darbeyê dixwin. Ji xwe tişteke bi navê ‘paqijkirina gerîla’ nîne û ew stratejî têk çûye. Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Çapemeniya tirk hema bêje şerê li vê derê qet nabîne. Salê carekê bi armanca propagandayê windahiyan didin. Rewşa şer ne ya ku hêvî dikirin e û berovajî vê yekê ye. Niha artêşa tirk li ser xeta Zap, Metîna û Avaşîn di nava bêçaretiyeke cidî de ye. Gerîla jî her roj lê dide û berxwedaneke mezin heye. Lehengiyên mezin hene ku wê di dîroka mirovahiyê de bên tomarkirin.”
Moralê leşkeran nemaye
Koyluoglû, anî ziman ku êrişên dewleta tirk li rojavayê Zapê û li beşeke Metînayê zêde bûne û got;“Heta niha hema hema hemû pêngavên wan hatin pûçkirin. Di êrîşên xwe de bombeyên qedexekirî bikar tînin. Qasî ku em jî dibînin amadekariyên gerîla yên li wê derê baş xuya dikin. Her tim leşkeran dişînin. Guhertina evqas bi lez jî dide nîşandan ku moralê leşkeran gelek xerab bûye.”
PDK kemînan datîne
Koyluoglû, diyar kir ku PDK bi awayekî aktîf di şerê dewleta tirk ê li herêmê de cih digire û got: “Niha dewleta tirk bi xetên ku PDK'ê vekirine hemû lojîstîk , cebilxane û teqwiyeyan pêk tîne. PDK îstîxbaratê dide dewleta Tirk. Dîsa hewl dide ku rê nede gerîla hêz, lojîstîk û cebilxaneyê ber bi herêmê ve bibe. Cihên ku gerîla lê derbas bibin kemînan datîne. PDK'ê di salên borî de di van kemînan de gelek gerîla şehîd kiribûn. Hesabê PDK’ê ew e ku; Heke PKK tesfiye bibe yan jî gelekî qels bibe, em ê ji vê valahiyê sûdê werbigirin û li Kurdistanê bibin hêzek. Lê dewleta Tirk PDK’ê jî nake hêz. Dagirker naxwazin tu hêzên kurd xurt bibin. Di vê wateyê de PKK ya qelsbûyî Kurd û Kurdistaneke qelsbûyî ye.” Koyluoglû, destnîşan kir ku li Herêma Kurdistana Federe ji bilî PDK’ê hemû partiyên siyasî yên kurd li dijî êrişan helwesteke hevpar nîşan didin.
Negîhîştin armanca xwe
Koyluoglû, anî ziman ku dewleta tirk di êrişan de nikare bigihe armanca xwe û got:“Li gelek cihên ku dewleta tirk ketiyê hêzên gerîla serdestiya xwe diparêzin û bi rojane çalakiyan dikin. Leşker dem bi dem bi balafirên keşfê, sûîqest, êrîşên giran ên hewayî, êrîşên bi topan hewl didin motîvasyonekê biafirînin. Bêguman ev jî tiştên demkî ne. Çalakiyên gerîla gelek gelek bi ser balafirên şer de ne. Di vê wateyê de guhertinek jî tê dîtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN