- PDK´ê Guhdar Zêbarî 22´yê Cotmehê revand û hîna jî nayê zanîn ka ew li ku tê ragirtin û bi çi tê gunehbarkirin. Em tenê dizanin ku wî cînayetên siyasî yên li herêmên PDK´ê dikola û nûçeyên êrişên dagirkeriya dewleta Tirk dişopandin û belav dikirin.
Hêzên PDK´ê 22´yê Cotmehê Bi 13 maşînên eskerî bi ser mala rojnamevanê ji Akrê, Guhdar Zêbarî de girtine û ew kirine nezaretê. Guhdar Zêbarî nûçegihan û edîtorê malpera nûçeyan Wllat Newsê ye. Komîteya Parastina Rojnamevanan a navnetweyî bang li rayedarên PDK´ê kir rojnamevan Guhdar Zêbarî tavilê bê berdan.
Li gorî ku komeleya parastina mafên rojmanevanan li Başûrê Kurdistanê, Navenda Metroyê ji Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a navneteweyî re gotiye 22´yê Cotmehê hêzên PDK´ê bi 13 maşînan bi ser mala Guhdar Zêbarî ya li Akrê de girtiye. Serekedîtorê malpera Wllat Newsê Wirya Huseyin jî ev gahiya hanê piştrast kiriye.
Nûnerê Navenda Metro li Dihokê Ayhan Seîd wêneyên odeya guhdar Zêbarî jî ji CPJ´yê re şandiye. Li gorî Ayhan Seîd ragihandiye, hêza ser bi PDK´ê li laptop û telefonên destan ên guhdar Zêbarî geriyane û hemû tiştên elektronîk yên li malê desteser kirine. Wan telefon û kompûterên hevjîna wî, keça wî û du xizmên wî yên bi mêvandarî li mala wî bûn.
Hêzeke tarî ya zelûl
Ev hêza hanê kî bû çi bû jî bi temamî ne diyar e. Nûnerê Navenda Metro ji CPJ´ê re pêr gotiye, “Em hîna nizanin ew li ku tê ragirtin. Em bi nasnameya hêza ew girtî û bi sedema girtina wî nizanin.”
Tevî ku bêhtirî hefeteyekê di ser girtina Guhdar Zêbarî re bihuriye, nezanîna evqas agahiyan nîşan dide ku maf û hiqûqa rojnamevan û welatiyan li Başûrê Kurdistanê ji ber desthilata PDK´ê hema hema êdî nemaye.
Ignacio Miguel Delgado nûnerê CPJ´ê ye ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê. Ew wiha bang li rayedarên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê dike: "Rayedarên Kurd ên li Bakurê Iraqê divê êdî girtina rojnamevanan a kêfî û ragirtina wan a nediyar bêyî tohmetên fermî hiqûqî, rawestînin. Em bang li rayedarên Kurdistana Iraqê dikin, bila tavilê Guhdar Zêbarî berdin û êdî dev ji hewldana bêdengkirina rojnamevanan berdin bi dozên bê mane."
Gef li Guhdar Zêbarî dihatin xwarin
Guhdar Zêbarî beriya bê girtin, ji tirsa gefên lê dihatin xwarin, xwe vedişart jî. Serekedîtorê Wllat Newsê Wirya Huseyin dibêje, "Van çend hefteyên dawiyê, Guhdar Zêbarî bi tirsê ketibû û xwe vedişart, ji ber ku bi peyaman gef lê dihatin xwarin. Di warê sihet û ewlehiya nûşçegihanê xwe de em gelekî fikaran dikin."
Li gorî wî, Guhdar Zêbarî ji bo amadekirina Kurmanciya malperê dixebitî. Guhdar Zêbarî berê ji NRT re dixebitî. Heta niha ew gelek caran jî hatiye girtin, hêzên PDK´ê êrişî wî kirine û kamera û malzemeyên wî hatine desteserkirin û şikandin.
PDK´ê gelo ew ji bo Tirkiyeyê girt
Diyar e ku rojamevaniya Guhdar Zêbarî, PDK gelekî aciz kiriye. Wî hem berê xwe daye cinayetên siyasî yên li herêmên PDK´ê û hem jî bombebaranên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê. Dibe ku sedema gefên lê hatine xwarin û sedema revandina wî ya bi kirasê girtinê jî ev karê wî yê rojnamevaniyê bin.
CPJ nîvê Gulana îsal pê re peyivî bû û wî ji CPJ´ê re gotibû, ew û komek rojnamevanên din kuştina mirovên ji ber azadiya xweîfadekirinê yan jî çalakgeriya siyasî ji 1990´î heta bi 2020´an li Behdînanê hatine qetilkirin, lêdikolin. Wî gotibû, ew êrişên hewayî û encamên wan ên li Başûrê Kurdistanê jî radigihîne, tevî nûçeyên li ser gendelî û bertîlxwiriya di nava rayedarên Başûrê Kurdistanê de.