Ev 48 roj in ku ji kadroyê YNK’ê yê herêma Behdînanê, ku girêdayî Malbenda YNK’ê ya Dihokê ye, Mele Nezîr Berwarî ti agahî nayê wergirtin. Asayîşa Dihokê ew girtîbû. Heta niha ne parêzer ne jî malbata wî, nekarîne hevdîtinê li gel wî bikin, û agahiyekê jê wergirin.

Asayîşa Derkarê ya ser bi Zaxoyê 11’ê Sibatê bi ser mala kadroyekî çalak ê YNK’ê yê Behdînanê Mele Nezîr Berwarî de girtibû û di encamê de  ew kiribûn nezaretê.Ev 48 roj in li Dihokê tê ragirtin.

Hevalên Mela Nezîr û parêzerê wî  dibêjin, ne malbat û ne jî parêzerên wî heta niha nekarîne bi Mele Nezîr re hevdîtinê bikin û ne jî karîne bi telefonê pê re biaxivin.

Li gorî endamên YNK’ê yên herêma Dihokê, rêveberiya YNK’ê bi mijarê re mijûl e, û hewl dide wî ji hepsê derbixe. Lê Berpirsê Malbenda YNK’ê ya herêma Dihokê amade nebû bersiva pirsên Rojnewsê bide.

DIHOK