Hat ragihandin ku ji doh ve li herêmên Hacîomeran, Berdenaz, Kodo, Çiyayê Koxe, Dola Xaneqan û bajaroka Wertê liv û tevgerek zêde ya hêzên leşkerî yên PDK’ê heye.

Çavkaniyên ji Hacîomeran û Soranê, têkildarî mijarê agahî dan Roj Newsê. Wan got, ji pêr ve li herêmê liv û tevgerek zêde ya leşkerî heye.

Li gorî van çavkaniyan, PDK’ê pêr hêz şandibû bajarokê Hacîomeran, devera Berdenaz, Çiyayê Kodo yê girêdayî Hacîomeran, bajarokê Qesrê û Çiyayê Koxe yê girêdayî Qesrê.

Çavkaniyan got, PDK´ê pêr êvarê hêzek biriye Dola Xaneqan û piştre ji wir dîsa biriye navçeya Soranê, lê doh serê sibehê careke din ew hêz vegerandiye Dola Xaneqan a bajarokê Wertê, her wiha hinek hêz jî birine bajarokê Wertê. Çavkaniyan diyar kir ku li herêmê liv û tevgera leşkerî didome.

SILÊMANÎ