PDK ditirse rastî derkeve holê

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:45

AZAD SILÊMAN / ANF / BEHDÎNAN

Çalakvanên Behdînanê Karger Ebas û Bedewar Eyûb têkildarî girtinên neqanûnî yên PDK’ê û êşkenceyên li zîndanên PDK’ê li girtiyan tên kirin, ji ANF’yê re axivîn. Karger Ebas têkildarî girtina xwe û hevalên xwe yên çalakvan û rojnameger wiha got:“Ez tevî komek kesayetiyên din ku rojnameger, çalakvan û mamosta bûn, em hatin revandin û bê hincet em hatin girtin. Em salekê hatin zîndanîkirin û heta îro jî beşek ji hevalên me di zîndanê de ne û di wexta destgîrkirina me de bi tu awayî li ser bingeheke qanûnî li hember me tev negeriyan. Di zîndanên PDK’ê de gelek êşkenceyên derûnî û fizîkî li me hatin kirin. Hemû tevgerên PDK’ê li dijî mafên mirovan bûn. Heta nedihiştin ku em bi malbatên xwe re biaxivin ku ev yek sadetirîn maf e. Cihê me yê razanê jî tune bû. Cihê me yê xwarinê jî tune bû. Razan û nanxwarin jî wek êşkence li dijî me dihate bikaranîn. Çend mehan carekê me dikarî em bi malbatên xwe re biaxivin, axaftina me jî di bin çavdêriyeke tund de bû. Ji ber ku PDK ditirse em wê zilma zêde ku di zîndanan de, ji malbatên xwe re bibêjin. Li herêmên PDK’ê tu kes nikare behsa mafên xwe bike. Li hemû cîhanê mirov daxwaza mafên xwe dikin, lê belê li Behdînanê nikarin û rastî metirsiyê tên eger daxwaza mafên xwe bikin.”

Nikarin fikrên me bigrin

Bendewar Eyûb yek ji wan çalakvanan e ku ji hêla PDK’ê ve hatibû girtin wiha got:“Em di sala 2020an de tevî hin mamoste, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanan hatin revandin. Sedema revandina me ji hêla PDK’ê ve tenê ji ber wê yekê bû ku me daxwaza mafên xwe dikir. Me daxwaza mûçeyên mamoste û pêşmergeyan dikir, me daxwaz dikir ku malbatên şehîdan bêne parastin. Eger çalakvan daxwaza mafên xwe bikin yan di meseleyên niştimanî de dengê xwe bilind bikin û bombebarankirina Tirkiyeyê û wêrankirina gundan û şehîdkirina xelkê sivîl bikin, wê demê desthilata PDK’ê wan kesan bi tometa têkdana asayişa neteweyî digre. Parêzgarê Dihokê tu carî qebûl nake ku bixwazin li hember êrişên Tirkiye û Îranê dengê xwe bilind bikin. Lê me xwe qet radestî wan nekir. Ez daxwaza azadkirina hemû hevalên xwe yên zîndanî dikim. Em di nav çar dîwaran de hatibûn zîndanîkirin jî, lê fikra me nayê zîndanîkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.