PDK dibe mertalê dijmin

Sêşem 13 Îlon 2022 - 21:33

  • PDK´ê li Metînayê 27´ê Tebaxê dest bi çêkirina rêya ji bo dagirkeran kiribû. Dîmenên ku 12´ê Îlonê hatine girtin, nîşan didin ku PDK vê hevalbendiya dagirkeran dewam dike û ji wan re dibe mertal. Lewma leşkerên Tirk jî di çêkirina xebatên rê de bi cilûbergên sivîl cihê xwe digirin.

HÊVÎDAR CEYLAN / ANF

Dîmenekî nû yê li ser hevkariya PDK'ê ya bi dagirkerên Kurdistanê re eşkere bû ku tê de xuya dike, hêzên PDK'ê ji bo parastina hêzên dewleta Tirk a dagirker çeperan û rê çêdikin.

Hêzên PDK'ê di 27'ê Tebaxê de ber bi Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî û Girê Amediyê yên Metînayê dest bi çêkirina rê kiribûn. Dîmenên li ser çêkirina rê ji aliyê ANF'ê ve hatibûn weşandin.

Piştre jî Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyek li ser mijarê da û PDK hişyar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê me yê stratejîk, neteweyî û demokratîk bi ser dikeve. Dest ji destwerdana li vî şerî berdin."

Li gel nerazîbûna mezin a raya giştî jî PDK'ê guh neda vê hişyarkirin û bangê. Dîmenekî nû bi dest ket ku tê de xuya dike, PDK hîna jî çeper û rê ji artêşa Tirk re çêdike.

Nêzî qadên berxwedanê çeper

Dîmenê ku 12'ê Îlonê hate girtin, bajarê Amediyê û gundên li derdorê nîşan dide. Yê ku li ser dîmen diaxive jî qadên gerîla nîşan dide û diyar dike ku girên li jora bajarê Amediyê, qadên berxwedanê yên gerîla ne.

Tê gotin, girên di dîmen de xuya dikin Girê Çarçel û Girê Hekarî ne, jêra wan jî Parka Amediyê ye.

Heman çavkanî dibêje, "Rêzegirên têne dîtin hemû Girê Hekarî ne. Li biniya Girê Hekarî, Girê Sêdarê xuya dike.

Cihê heta Parka Amediyê qada Komando ye. Girê Şehîd Pîrdoxan, Girê Amediyê û Sêdarê hemû li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ye. Ev der bi temamî qada gerîla ye."

Dewleta Tirk diparêze

Di dîmen de tê dîtin ku PDK ji bo dewleta Tirk rê çêdike. Çavkanî dibêje, li pişt girê ku nîşan dide, PDK'ê di 27'ê Tebaxê de ji bo leşkerên Tirk dest bi çêkirina rê kiriye û hîna jî vê rêyê çêdike. Çavkanî wiha dewam dike: "Em dixwazin rastiyeke din nîşanî we bidin. Weke ku tê dîtin, PDK ji bo karibe dewleta Tirk û leşkerên wê biparêze, ev rê biriye heta nava qadên berxwedanê yên gerîla. Ji xwe tê dîtin ku ev qad hemû qadên berxwedanê yên gerîla ne. Gerîla li van giran, li vê qadê li ber xwe dide. Lê belê hêzên PDK'ê careke din dest bi hevkariya bi dewleta Tirk re kir. Ji bo parastina leşkerên Tirk, PDK rê û çeperan çêdike. Vê yekê jî bi alîkariya leşkerên Tirk dike. Her roj em bi çavên xwe dibînin, em dixwazin bi dîmenan nîşanî we jî bidin. Ev rê û çeperên têne çêkirin hemû ji bo parastina leşkerên Tirk e. Li cihên têne dîtin, leşkerên Tirk bi cih bûne. Leşkerên Tirk li gel hêzên PDK'ê çeperan çêdikin. Ji ber ku artêşa Tirk li pêşberî şer û berxwedana gerîla xitimî ye. Li Girê Sêdarê, Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdoxan, Girê Hekarî û qada Komando, gerîla ji bêhtirî çar mehan ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide. Li vir şerekî giran diqewime, gerîla li ber xwe dide. Lê mixabin hêzên PDK'ê ji bo leşkerên Tirk ji rewşa xitimandî rizgar bike, hevkariyê pê re dike û xiyanetê dike.”

Eşkere hevkariyê dike

Tê destnîşankirin ku çeperên têne çêkirin, konên têne vedan ji bo leşkerên Tirk in, lewma ew dixwazin baregehê çêkin.

Çavkanî dibêje, "Leşkerên Tirk her roj bi hêzên PDK'ê re li vir dixebitin" û wiha dewam kir:

Dagirker bi cilûbergên sivîl kar dikin 

"Her wiha em dibînin ku hêzên PDK'ê ji bo dewleta Tirk her roj av, erzaq û amûran dibe. Rastiya şerê tê kirin û hevkariya hêzên PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li pêş çavan e. Dewleta Tirk û hêzên PDK'ê di nava hev de ne. Bi hev re li dijî gerîla çeperan çêdikin. Gerîla li dijî leşkerên ku hatine Kurdistanê dagir bikin, her roj çalakiyan dikin, şer dikin. Dewleta Tirk jî dixwaze vê rewşa xwe ya xitimandî bi destê PDK'ê veşêre û ji holê rake. Ji bo dagirkirina Kurdistanê bi destê PDK'ê ev rê û çeper têne çêkirin. Her wiha leşkeran li van çeperan bi cih dikin û dixebitînin. Kincên sivîl li leşkerên xwe dikin, kincên karkeran li wan dikin û li van çeperan didin xebitandin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.