Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Elî Nîme destnîşan kir rewşa PDK ji ti alî ve ne baş e, ji bo vê, PDK dibe ku bang li Tirkiyê bike ku sînor bibezîne û xwest ku ewlehiya sînor bikeve dest Hêzên Federal ên Iraqê.
Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Elî Nîme di derbarê hewldanên PDK’ê yên ji bo paşxistina hilbijartina parlementoyê de got: “Desthilata Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêkên siyasî, aborî û navxweyî bûye, ji bo wê çendê jî amadene her tiştî ji bo nehiştina zextên li ser xwe û paşxistina hilbijartinê bikin. Ji ber vê çendê jî metirsiya wê çendê heye ku carek din Herêm (PDK) daxwaza alîkariyên nû ji dewleta Tirk bike.”
Ji bilî PDK’ê her kes hilbijartinê dixwaze
PDK planek amade kiriye ji bo ku hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê were paşxistin. Ji bo vê çendê jî hemû derfet û rêbazan bikartîne. Di nava plana PDK’ê de redkirin û boykotkirina hilbijartinê heye. Li aliyê din jî hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî YNK bi israr in ku hilbijartin di dema xwe de pêk were.
PDK dikare bang li Tirkiyê bike
Di derbarê mijarê de Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Elî Nîme ji Rojnewsê a re axivî û got: “Hikûmeta demborî ya Herêmê di mijara destdirêjiyên dewleta Tirk de hevkar e, da ku artêşa Tirk hîn zêdetir derbasî nav xaka Iraqê bibe. Ji ber ku berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên Iraqê, ewlehî û serweriya wê ava kiriye. Ji ber vê çendê jî metirsiya wê çendê heye ku carek din Herêm (PDK) daxwaza alîkariyên nû ji dewleta Tirk bike.”
Iraq divê pêşî li Tirkiyê bigire
Di dewamê de Elî Nîme da zanîn ku desthilata Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêkên siyasî, aborî û navxweyî bûye, ji bo wê çendê jî amade ne her tiştî ji bo nehiştina zextên li ser xwe û paşxistina hilbijartinê bikin. Elî got: “Ji bona vê jî divê bi hişyarî û hestiyar nêzî dosya hatina hêzên Tirk a li nava xaka Iraqê bibîn. Pêwîst e hikûmeta Iraqê desthilata xwe li ser tevayî deverên sînor bisepîne da ku bikare rê li hatina hêzên dewleta Tirk a li nava xaka Iraqê bigre.”
Bila Iraq sînoran biparêze
Elî Nîme da zanîn ku divê Bexda dosya sînor û parastina serwerî û ewlehiya Iraqê bixe dest hêzên federal û ji bin destê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê derbixe.
Hilbijartin 10’ê Hezîranê ye
Biryar e hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê di 10’ê Hezîranê de pêk were. Roja 18’ê Adarê PDK’ê ragihand ew ê hilbijartinê boykot bikin.
Roja 21’ê Sibatê jî Dadgeha Federal a Iraqê li ser hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê biryar da ku kursiyên kota werin rakirin û sîstema hilbijartinê ji yek bazneyî bibe çar bazneyî.
ROJNEWS