PDK destê qirkeran xurt dike

În 26 Çile 2024 - 03:45

  • Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Mûrat Karayilan, derbarê rewşa PDK’ê de nirxandin kirin û got: Polîtîkayên PDK’ê berjewendiyên gelê Kurd bi temamî dixe nava xeterê. 

Beriya bi 3 rojan Şarnewsa weke nêzî Îranê tê qebûlkirin, belgeyek weşandibû ku li gorî wê hêzên Zêrevan ên girêdayî PDK û MÎT’a Tirk telîmatek ji hêzên xwe re şandiye û ragihandiye ku li ku derê gerîlayên HPG û YJA Starê bibînin, li wan bixin. Piştî ku nûçe li ser medya dijîtal belav bû, rû bi rûyê nerazîbûneke tund a gelê Kurd bû. Li ser vê hêzên Zêrevan daxuyaniyek belav kir û got, ew telîmat ne ya wan e û ji bo têkdanê ji aliyê neyarên Kurdan ve bi zanebûn hatiye belavkirin. Hema piştî wê bi rojekê, hêzên PDK’ê li gundê Mijê yê li herêma Amêdiyê, li pêş gerîlayên azadiyê kemîn danî û hate ragihandin ku di êrişê de gerîla birîndar bûne. Derbarê mijarê de HPG’ê daxuyanî da û got, di êrişa bi doçkayê de 2 gerîla birîndar bûne. 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Mûrat Karayilan, ji ANF’ê re peyivî û ev hevpeyvîn doh hat weşandin. Karayilan derbarê rewşa dawî ya şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê, têkçûna artêşa Tirk a dagirker a li beramberî derbên gerîlayên azadiyê û herwiha rewşa PDK’ê de nirxandinên girîng kirin. Mûrat Karayilan destnîşan kir ku pêngava gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, hilweşîna ‘Plana Têkbirinê’ nîşan da û rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê pişta xwe bi wê planê gelekî germ kiribû. Karayilan herwiha derbarê polîtîkaya PDK’ê ya di rewşa heyî de jî nirxand û got, “Asta hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re pirsgirêkeke cidî ye û nabe ku ev yek tenê weke pirsgirêkeke di navbera du rêxistinan de bê pênasekirin. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk bide qebûlkirin, di nava fedakarî, hewldan û kedeke mezin de ye. Bi deh hezaran mirovên me yên welatparêz şoreşger hene ku hatine girtin. Li Bakurê Kurdistanê zext, êşkence tê kirin; li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye ku mînaka wê li cîhanê nîne. Sîstemeke êşkenceyê heye. Bi hezaran siyasetvanên Kurd û ciwanên Kurd ku yekane sûcê wan parastina nasnameya Kurd e, li girtîgehan têne rizandin. Li dijî gelê Kurd zext û tundiyeke mezin a faşîzan heye. Ji zexten faşîzan ên dema Sedam girantir bi tundiyeke mezin êriş li gelê me tê kirin, gelê me jî li hemberî vê li ber xwe dide. Her roj ewladên xwe şehîd dide û bi her tişta xwe li ber xwe dide. Dixwaze çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk bide qebûlkirin, lê belê PDK bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re ku siyaseta herî dijminane li hemberî Kurdan dimeşîne, hevkariyê dike. Ev hevkarî çaresernekirinê xurt dike, li pêşiya çareseriyê dibe asteng. Yanî ev sekn destê hêzên faşîst xurt dike ku dixwazin gelê Kurd qir bikin.”

Divê herkes bi erka xwe rabe

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li hemberî vê siyaseta PDK’ê ya berjewendiyên gelê Kurd dixe xeterê, her kes bi erkên xwe rabe û got: “Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji bo Kurdan pirsgirêkeke neteweyî ye. Ji ber vê yekê her kesê alîgirê mafên neteweyî yên Kurdan, divê li ser vê yekê bisekine, kes li hemberî vê bêdeng nemîne. KNK ku xwe ji doza Kurd berpirsyar dibîne û saziyên mîna wê, dikarin gelek tiştan bikin. Mînak, li Bakurê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên welatparêz, ji bo çareserkirina vê astengiyê divê têbikoşin. Heta niha ji rêxistinên Bakur hin daxuyanî li ser mijarê hatin dayin, lê wê şaş be ku mirov tenê qîma xwe bi van bîne. Ji bo PDK dest ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî berjewendiyên neteweyî yên Kurdan berde, her kes divê hin tiştan bike. Hinek dikarin biçin hevdîtinan bikin, dikarin hişyar bikin; hinek dikarin li Başûrê Kurdistanê û li qada navneteweyî hin çalakiyan bikin. Ji ber ku ev polîtîka berjewendiyên gelê Kurd bi temamî dixe nava xeterê. PDK ji bo dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike, çima ewqasî hewl dide? Çima ewqasî derfetan dide dewleta Tirk ku li Girê Amêdiyê bi cih bibe? Ji bo şikestina berxwedana gerîla çima ambargoyê dike, rê digire, îxbar dike? Ev mijarên girîng in û di vê mijarê de divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne, ji bo berjewendiyên neteweyî yên Kurdan nekevin xeterê çi ji destê kê tê, divê bike. Sekneke bi vî rengî wezîfeya welatparêziya neteweyî ya herkesî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.