• Sozdar Avesta diyar kir ku dewleta Tirk PDK dîl girtiye û got, ”Rêya xwe şaş kiriye, ketiye ser rêyeke şaş û metirsîdar.” 

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên nûçegîhana ANF’ê Mizgîn Destan Egîd. Avesta li ser pirsa der barê Şengalê û peymana PDK û Bexdayê de got: “Têkoşîn û berxwedana li Şengalê dimeşe ji 9’ê Cotmehê vir ve bi rastî jî gelekî girîng û balkêş e. Ez destpêkê bi rihê berxwedana Şengalê, bi sekna gelê me yê berxwedêr, bi bêrîkirineke mezin û bi hurmet cejna gelê me pîroz dikim. Gelê me niha îbadeta xwe ya olî û rêûresmên xwe yên civakî di meha rojiyê de ye. Du eyd kirin ev eyda dawî ya Êzî ye. Him cejna derbasbûyî Sêşim Xwedan û niha jî ya Êzî ez tevahî civaka me û tevahî gelê Kurdistanê vê cejnê pîroz dikim. Ev cejin bû wek cejna berxwedanê. 

Ev şensê dawî yê Êzîdiyan e

Ya li Şengalê tê ferzkirin ne tenê ji bo Şengalê ye. Şengal berdewamiya konsepta li ser Rêbêr Apo ya li ser Kurdistanê ye. Divê mirov di nava vê sûreta mezin de lê mêze bike û wisa şîrove bike. Bi rêbazên curbecur dixwazin vê konseptê bixin dewrê. 9’ê Cotmehê bi rengekî bêexlaqî fermaneke nû di bin navê qanûn de defakto dixwazin pêk bînin. Lê belê sekna gelê Şengalê ev plan û daxwaz pûç kirin. Ji ber vê yekê divê sekna gel baş bê famkirin ka ew sekin komployekî mezin çawa berovajî kir. 
Gelê Şengalê êdî xwedî bîrdozî, xwedî felsefe, xwedî amûrên têkoşîn û xwedî zanistekê ye. Gelê Şengalê dizane ku ev êdî şansa wî ya dawî ye. Divê herêmeke xweser, parastineke xweser, rêveberiyeke wê jî hebe.

PDKʼê vîna xwe teslîm kiriye
Yê ku di mijara Şengalê de bi hemû awayî û eşkere dijminatiya xwe bi rengekî eşkere dike PDK ye. PDK vîna xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Ev rastî ji rêzê nîn e. PDK rê û rêbazên niha dide meşandin yê şerê taybet û feraseta faşîzma Erdogan û Bahçelî ye. PDK dijminatiya gelê Şengalê û di şexsê gelê Şengalê de dijminatiya civaka Êzîdî dike. PDK tu car vîna gelê Şengalê û Êzîdî nas nekir. Çawa ku bi qirkirinê ve rû bi rû hişt, niha jî tola vê ji wan digire. Dibêje teqez Êzîdî ji holê rabin. Dema Şengal ji hêla DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin PDK wan bi qirkirinê re rû bi rû hişt û reviya.
Bi Iraqê dixwaze 

Êzîdiyan qir bike

Mesrûr Barzanî bêfedî daxuyanî daye û diyar dike ku ew li benda Iraqê ye were vê peymanê pêk bîne. Mesrûr Barzanî bi daxuyaniya xwe banga fermana 75’a ya qirkirina Êzîdiyan da. Bi destê Iraqê dixwaze vê yekê bike. Ev yek feraseta PDK’ê ye. Li ser tevahî Başûr vê yekê dike. Bi vî rêbazê PDK li ser fermana Erdogan wê nikaribe Êzîdiya ji holê rake. Rastiya PDK’ê û nêzîkbûna wê ya li dijî civaka Êzîdî weke rojê eşkere ye. Berdela wê çi dibe bila bibe wê civaka Şengalê bi xwe bawer, bêtirs û xof li mafê xwe xwedî derkeve û berxwedana xwe bike. Tişta ku wê bi ser bixîne jî ev rê û rêbaza vê têkoşînê ye. Bi taybet ê ku vê peymanê pûç bike berxwedana Şengalê ye. 

PDK sûcekî dîrokî dike

Niha ya herî bi xeter jî siyaseta PDK’ê ye. Dewleta Tirk êdî PDK dîl girtiye. Dîlekî di destê wan de ye û li gorî xwe bi kar tînin. PDK ji Xakûrkê bigre heya Heftanînê, ji Metîna bigre heya Çiyaye Şengale xiste bin êrîşên dewleta Tirk. Dewleta Tirk tê de bi dehan wargeh ava kir. Ligel van hemûyan niha jî dixwaze bi xwe êrîşî gerîlayan bike û dora wan bigire. PDK bi vî rengî xwe tune dike. PDK ketiye nav şaşiyeke xeter. Li hemberî Yekîtiya Netewî sûcekî dîrokî dike. PDK rêya xwe şaş kiriye û xwe pêşkeş dike. 

Xebatên yekîtiyê dewam bikin

Partiyên Kurdan jî divê yekîtiya neteweyî di ser hemû berjewendiyên xwe yên hizbî re bibînin. Em ê jî ji her demê zêdetir hewldana xwe ya yekîtiya neteweyî dewam bikin. Em bawer in ku bi pêşengtiya KNKʼê kar û xebatên yekîtiya neteweyî wê dewam bikin. Stranbêj, hunermend û ronakbîran îsal kedeke mezin dan û em bawer dikin ku wê dewam bikin. Li ser van esasan ez kesên ku keda xwe di têkoşîna azadiyê de heye û li hemberî faşîzmê helwesta xwe zelal dikin, ez wan silav dikim.” n

NAVENDA NÛÇEYAN