PDK bû xulamokê dagirkeran

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Li qada Girê Ortê ya Metînayê, PDK ji bo artêşa Tirk a dagirker baregeh û stargehan ava dike. Artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi êrişên dagirker li vê deverê bi cih bibe.

Li qada Girê Ortê ya Metînayê, PDK ji bo artêşa Tirk a dagirker baregeh û stargehan ava dike. Artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi êrişên dagirker li vê deverê bi cih bibe.

Artêşa Tirk a dagirker di 17’ê Nîsana 2022’an de li ser Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dagirker dabûn destpêkirin. Li hemberî vê êrişê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome. Xiyaneta PDK’ê ya li hemberî Kurdistanê jî niha careke din derket holê.

Li qada Girê Ortê ya Metînayê ku artêşa Tirk ev demek e, hewl dide lê bi cih bibe, hêzên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî bi kepçe û greyderan, xebatekê dike. Dimênên vê hewldana PDK’ê hatin girtin.

Rê jî ji dagirkeran re çêdikin

Li vî girê ku berê jî leşkerên Tirk hewl dida yekîneyên xwe yên veşartî lê bi cih bike, a niha jî hêzên PDK’ê berê bi kepçe û greyderan rê lê çêdikin û dest bi avakirina baregeh û stargehan kirine. Derketibû holê ku yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk ji bo ku gerîlayên azadiya Kurdistanê êrişî wan neke, hêzên PDK’ê wan leşkeran diparêzin.

Dagirkeran li vir derb xwaribû

Ev qad li bakurê navçeya Kanî Masiyê ye û leşkerên Tirk berê jî hewl dabû vê qadê dagir bikin. Leşkerên Tirk gelek caran bûbûn hedefa gerîlayên HPG û YJA Starê û nikaribûn li vê qadê bi cih bibin. Ji ber vê, PDK ketibû dewrê. Yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker bi pêşengiya PDK’ê di bin alaya Herêma Kurdistanê ya Federe hatibûn parastin.

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.