PDK bi rojnamevaniyê bawer nake
Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:43
36 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin. Derbarê revandin û girtina rojnamevanan a ji aliyê PDK’ê ve, rojnamevan Fayeq Êzîdî ji Rojnews re axivî û got: “Li Hewlêr û Dihokê siyasetek sîstematîk ji bo bêdengkirina dengên azad û girtina rojnamevanan tê meşandin. Niha bi dehan rojnamevan ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin. Yek ji wan girtiyan jî çalakvan Bedel Berwarî bû ku cezayek mîna ya dadgehên rejima Baas lê hatibû birrîn. Bedel Berwarî bi xwe digot, tişta wî di girtîgehên hizbê (pdk) de dîtin, mîna yên girtîgeha Ebuxerîb bû.”
Di dewamê de Fayeq Êzîdî diyarkir rojnamevan bi siyaseteke sîstematîk û dîkdator re rû birû mane û got, girtina rojnamevan Silêman Ehmed ya li deriyê sinorî wê ne girtina dawî ya rojnamevanan be, wê ev binpêkirin li beramberî rojnamevan û çalakvanan berdewam bike. Fayeq Êzîdî diyarkir ku baweriya PDK’ê bi azadiya rojnamegerî nayê û weke desthilata çarem lê temaşe nake. Êzîdî got, ji ber vê hişmendiyê PDK wê bêdengkirina rojnamevan û çalakvanan berdewam bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye di rapora dawî ku ji aliyê Komeleya Piştevanî li Azadiya Rojnamegerî ve hatiye belavkirin, Hewlêr di aliyê binpêkirinên li dijî rojnamevanan de li ser asta Iraqê di rêza yekem de cih digre.
NAVENDA NÛÇEYAN