Der barê bûyerên dawî yên li herêmê bi giştî, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi taybet, ANHA’yê hevpeyvîneke bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê PDK-S’ê Cemal Şêx Baqî re çêkir.
Şêx Baqî wiha got: "Pîlanekî mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê dimeşe, seriyê wê jî dewleta Tirk û Rûsyayê ne. Ew hewl didin fişarê li Rêveberiya Xweser bikin, da ku herêmê radestî hikumeta Şamê bikin. Li aliyekî din jî Îranê ji bo fişarê li Emerîkayê hevkarê wan e. Her wiha PDK’ê jî bûye bikirê dewleta Tirk a ku bi dehan baregehên îstîxbaratî li Başûrê Kurdistanê ava kirin."
Şêx Baqî di çarçoveya pîlanên komplogeran de bal kişand ser pabendiya di navbera bûyeran de û got: “Me ji nişka ve hin rûdanên bi lez li herêmê dîtin, tevahî jî bi hev ve girêdayî ne, ew jî li dijî nêrîn û projeya me ya demokratîk bûn.
Di destpêkê de, danûstandinên kurdî-kurdî hatin astengkirin, bi wê re jî êrişên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin û komployeke li dijî Şengalê bi destê îstîxbarata dewleta Tirk bi rêya peymana hikumeta Iraq û hikumeta PDK’ê hat lidarxistin. Ya herî xeternak jî, PDK’ê qaşo Pêşmergeyên Roj sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, da ku êrişî gerîla bikin.
Sewqkirina PDK’ê ya Pêşmergeyên Roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîlaneke xirabkirinê ya xeternak e û bandorên wê yekser li Rojava hene. Her kes dizane ku ciwanên ji Rojava di nava hêzên gerîla de bi deh salan hene, şer dikin. Lê heke çi şer biqewime, wê bira birayê xwe bikuje. Ango PDK bi vî pîlanî hewl dide tevliheviyekê li Rojava çêke.”
ANHA/QAMIŞLO