• Rojnamevan Erdogan Altan, diyar dike ku li Herêma Kurdistana Federe amadekariyên şer tên kirin û got, ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê PDK diyar bike ku ji bo diyalogê amade ye.

Rewşa tengezar a li Başûrê Kurdistanê ku ji ber Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rû daye, didome. Ji ber ku hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî li herêma Metîna û Garê tên bicihkirin, hindik maye ev rageşî veguhere şer. Heman rewş li herêma Şengalê jî rû dide. Piştî îmzekirina peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe de, bi hezaran esker li herêma Şengalê hatin bicihkirin. Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî daxuyanî dabû û gotibû, armanca vê peymanê fermana 75’a ye û ji bo parastina Şengalê bang li hemû hêzan kiribû ku amade bin. Rojnamevan Erdogan Altan ku li Herêma Kurdistana Federe bûyerên diqewimin ji nêz ve dişopîne şirove kir.
 
Liv û tevgera gerîla asteng dikin

Altan, diyar kir ku PDK amadekariya şer dike û got: ”Tenê ne li Garê niha li Hecî Umran û Balekanê topên giran tên şandin. Tevî vê hêz û yekîneyên ne girêdayî Wezareta Pêşmerge, yanî pêşmergeyên Zerêwan, Gulan û Rojê li herêmê tên bicihkirin. Tê gotin, van hêzan dişînin da ku liv û tevgera gerîlayên PKK’ê asteng û bi sînor bikin. Hem di operasyona Xakûrkê hem jî di operasyona Heftenînê de ev yek bi vî awayî ye. Tişta ku Tirkiyê nikare di erdê re bike, rola dane PDK’ê û PDK jî hêza xwe li van deran bi cih dike û dixwaze herêmê têxe kontrola xwe.” 
 
Bradost kirine hedef

Altan balê dikişîne ser rewşa xelkê li herêmê jî û dibêje, herî zêde tevgera li herêma Bradostê ye û got: ”Eşîra Bradostê ji roja roj de ne PDK’ê re ye, ne jî Tirkiyeyê qebûl nake. Bi bomeberanakirina bi destê Tirkiyeyê û PDK’ê armanc ew e, herêmê ji mirovan xalî bikin.” Altan, da zanîn ku MÎT, Parastin û nûnerên PDK’ê her tim bi gelên herêmê re civînan çêdikin û ji bo PKK’ê ji herêmê derxînin dixwazin wan qaneh bikin û bi operasyonên bejahiyê dixwazin wan çavtirsandî bikin. Altan, diyar kir ku Tirkiye û PDK dixwaze li Herêma Behdînanê ji xwe re deriyekî vekin, lê belê gelê herêmê ji roja roj de rê nedaye ber tu hêzan û lewma her tim gef li wan tê xwarin. Altan wiha li gotinê xwe zêde kir: ”Hem dewleta tirk û hem jî PDK baş bi vê dizanin, lewma bi destûra Emerîkayê gefan li van deran dixwin. Jixwe di êrişên hewayî de ev der jî kirine hedef û armanca vê jî ev e.” 

MA/AMED