Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar a li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Xurbet Îşlek derbarê revandina 3 Rêveberên RJAK’ê de nerazibûna xwe nîşan da û got: “PDK li Başûr zêhniyeta AKP û MHP’ê dide meşandin.” Sê rêveberên RJAK'ê, Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Hesen 5’ê Tebaxê ji Şengalê piştî bibîranînên fermana 3'yê Tebaxa 2014'an û hevdîtinan, vedigeriyan. Lê hêzên PDK'ê ew li Hewlêrê li Kelekê revandin. Heta niha jî agahiyeke zelal derbarê girtina wan de ne hatiye girtin. Girêdayî girtina Rêveberên RJAK’ê, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek ji Rojnewsê re axivî.
Xurbet Îşlek îşaret bi girtina her sê jinan kir û got, “Rêveberên RJAK'ê ji bo êşên gelê me yê Şengalê parve bikin, çûbûn Şengalê, di dema wegere de PDK’ê Rêveberên RJAK’ê girtin. Ji wê roje ve ti agahî ji wan nayê girtin û ti daxuyanî jî nehatine dayîn. PDK di van êrişên li dijî jinan de, zêhniyeta AKP û MHP’ê li Başûr dide meşandin. PDK bi taybetî jinên pêşeng û azadîxwaz dike hedef, ev jî ji tirsa li hemberî wan tê. Bi girtin û kuştinên jinan, mirov nikare AKP-MHP û PDK’ê ji hev qut bike. Ev 7 sal in, gelê Êzîdî xwe bi rêxistin dike, her wiha ev êrişên ku tên kirin, xwe ranegirtina hêzên desthilatdar e."
Îşlek herî dawî bang li PDK’ê kir da ku rêveberên RJAK’ê demil dest berde û dest ji xiyaneta heyî berde.
ROJNEWS/MEXMÛR