Payîzxêra ‘Weşanên Bêjing’ê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 00:12

  • Weşana Bêjingê bi hatina payîzê re da zanîn ku wan çend pirtûkên nû yên bi Kurmancî çap kiriye. Weşanxane her çend weşanxaneyeke nû be jî hewl dide bi pirtûkên wêjeyî û ramanî ji xwe re cihekî çêbike di meydana weşangeriya Kurdî de.

Weşanên Bêjingê çend pirtûkên nû ku weke “Rêza Payîzê” bi nav kiriye çap kir. Di nav van pirtûkên ku nû hatine çapkirin de yek jê weke roman, yek weke çîrok, yek weke helbest û yek jê jî werger e. 

Weşanên Bêjingê bi pêşengiya nivîskar Kadîr Stêra kar û barên çapê dibe serî û hewl dide berhemên bi Kurdî bigihîne ber destê xwendevanên Kurdî. Nexasim jî dixwaze bi warê wêjeyê dakeve û di vî warî de berhemên baş bigihîne ber destê wêjehezan.

Rexneya modernîzm û feodalîzmê

Nivîskar û şêwekar Fewzî Bîlge ku berê jî helbest û romanan nivîsandibû vê carê bi romana “Pêrew” derdikeve hemberî xwendevanên Kurmancî. Ev romana wî cara ewil çap dibe. Weşanên Bêjingê romanê bi van hevokan dide nasîn; “Ev berhema ku bi zimanekî henûn hatiye nivîsandin bi bêjeyên qedîm, bi rûdanền efsaneyî hatiye hûnandin. Bilge bi vê romana xwe ya nû berê pênûsa xwe daye rexneya modernîzmê û feodalîzmê. Pîra karaktera romanê ya ku ji nav dîrokê ve tê, rastî û fantastîkbûn meriv dibe çîroka zemanan. Hûn ê bidin li dû şopên çîrokê.”

Hevokên xembar li pişta ‘Hespê Şeytan’

Pirtûka Kadîr Stêra ya bi navê “Hespê Şeytên” ku berhemeke çîrokan e, bi çapa xwe ya duyem careke din derdikeve meydanê. Roger Sozdar jî li paş bergê pirtûka “Hespê Şeytên” gotiye; “Dema ku min guh da Stêra daku ez hay ji dilê wî hebim, bi her hevokên wî re ez her diçû nêzîkî xemê dibûm. Di nava bêdengiyên demê de qêrînên bîranînan xwe li min dialandin. Belê, mirin heye. Wî wisa gotiye û li dû rêçan ketiye. Gava ku meriv vê pirtûkê dixwîne ne pêkan e ku xwe ji wê rêçê xilas bike. Hevokên xembar meriv li pişta hespê şeytên dikin û li qeraxên mirinê digerînin. We ku dest bi xwendina vê pirtûkê kir hay ji leza vî hespî hebin, xwe li ser wî baş zeft bikin. Jibîr nekin: mirin heye...

‘Ji serê şûrê çûyînê şîr diniqute’

Dilbirîn Dilo jî bi pirtûka xwe ya “Senfonîka” dilê xwe ji helbestan re vekiriye û gelek helbest nivîsandine. Va ye li jêr nimûneyek ji helbestên wî;

Ez ê biçim

Û tu yê li paş min bimînî weke rabirdûyeke rûreş 

Ez ê xatir ji te bixwazim weke rêwiyekî neveger 

Û tu yê ji min paş bimînî weke gundekî kavil

Ez ê kêm bimînim û bi kêmaniyên xwe serfiraz bibim li dorhêla

[xirbemalên gundên êzîdiyan

Ji serê şûrê çûyînê şîr diniqute bi ser dilê zarokên berşîr ve 

Û tu yê destê xwe hine bikî ji kêfa tenêtiya xwedayî

Sosyalîzmê bi kurtasî fêr dike

Emîn Uslu jî bi wergera pirtûka navdar a bi navê “Alfabeya Sosyalîzmê” daketiye û pirtûk wergerandiye Kurmancî. Nivîskarê pirtûkê Leo Huberman ji bo pirtûkê dibêje; “ Heta ku civak, wekî çînên ku berjewendiyên wan dijberî hev, bên dabeşkirin, neçar e ku şerê çînî jî bidome. Kapîtalîzm, di cewherê xwe de perçekirinên wiha diafirîne. Dema ku civak dijminatî weke çînên neyê perçekirin, şerê çînî jî neçar e bi dawî bibe. Sosyalizm, bi cewherê civakeke bêçîn xwe diafirîne..."

Mirov dikare bibêje Leo Huberman bi vê pirtûkê Sosyalîzmê bi kurtasî fêrî insanan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.